KNK: Em sersaxiyê ji malbatên qurbaniyan re dixwazin

Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê KNK’ê bi daxuyaniyeke nivîskî sersaxî ji bo malbatên koçberên ku li peravên Îtalyayê keştiya wan binav bû û di encamê de jiyana xwe ji dest dan xwest.

KNK: Em sersaxiyê ji malbatên qurbaniyan re dixwazin
23 hezîran, 2024   08:51
NAVENDA NÛÇEYAN 

Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) têkildarî binavbûna keştiya koçberan a li peravên Îtalyayê, daxuyaniyek nivîskî weşand û sersaxî ji malbatên qurbaniyan re xwest.

Daxuyaniya KNK’ê bi vî rengî ye:

“Mixabin di wan rojên derbasbûyî de li peravên Îtalyayê keştiyeke koçberan binav bû û hejmarek Kurd jî di nav de, bi dehan kesan jiyana xwe ji dest dan. Em wek Kongreya Netewî ya Kurdistanê sersaxiyê ji malbatên qurbaniyan re dixwazin, sebr û aramiyê ji malbat û kesûkarên wan re dixwazin.

Di heman demê de berpirsên sereke yên mirina wan ciwanên Kurd, hikûmeta Herêma Kurdistan û dewleta Îranê ne. Ji ber ku bêkarî, gendelî, pirsgirêkên aborî û zehmetiyên jiyanê wan neçar kiriye ku riya mirin û pêlên deryayê ji bo gihîştina jiyaneke nû û aram hilbijêrin.

Erka hikûmetê dabînkirina jiyana xelkê û vegerandina aramiyê û garantiya siberojê ye ku xelk bikaribin li welatê xwe bijîn û di bin şert û mercên asayî û yasayî de ji bo geşt, xwendin û hwd sefer bikin, ne ji bo jiyan û hêlîneke aram, neçar bimînin ku riya mirinê hilbijêrin.

Careke din em sersaxiyê ji malbatên qurbaniyan re dixwazin, em êş û azarên mezin ên malbatên qurbaniyên vê bûyera diltezîn parve dikin!”