ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 22-01-2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 22-01-2024
22 ÇILE, 2024   02:00

Înîsiyatifa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê û Înîsiyatîfa Parêzerên Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê ji serokê nû yê Komîseriya Bilind a Mafê Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (OHCHR) Omar Zniber re peyam şand û xwest dijî tecrîdê bikevin nava hewldanan.  (BI WÊNE)

Endamên meclisên kantona Minbicê yên ku bi şehîd Zelal re civiyabûn soza şopandina rêya wê û domandina têkoşînê heya pêkanîna azadiya civakê û ya jinan ku ew armanca têkoşîna 31 salan a şehîd Zelal bû, dan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Koçberên Efrînê destnîşan kir ku ew dev ji xaka xwe bernadin û got dê destekê bidin hêzên xwe yên leşkerî û Efrînê ji dewleta Tirk û çeteyên wê rizgar bikin. Koçberan got veger nêz e û mayîna dagirkeran li Efrînê, vê rastiyê naguherîne. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Di çarçoveya axaftina li ser civîna Astana ya sibe de, siyasetmedar û muxalifa Sûriyeyî Semîra Mubeyid destnîşan kir ku bêyî rêveberiyên xweser ne pêkan e krîza Sûriyeyê çareser be û Sûriyeyekê yekgirtî ava be. (BI WÊNE)

Nîv tazî ji pêşiya mala wî heta Çerxerêya Kawayê Hesinkar xuşikandin. Li ser laşê wî nîşaneya Newrozê anku deqa agir hebû. Çeteyan laşê wî parçe kir û heta rojekê li wir hişt. Ev hovîtî, yek ji sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li Efrîna dagirkirî ye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Lêkolerê kar û barên siyasî û stratejîk Xelîl El Hilo destnîşan kir ku derketina şerekî di navbera Hizbullah û Îsraîlê de dûr e; ji ber ku rewşên hundir û derve aloziya di navbera herdu aliyan de kontrol dikin. (BI WÊNE)

,Şerê Îsraîl û Hemasê bandor li karesata Derne ya Lîbayayê  ku di 10ˊê Îlona par de bahoza Daniyalê çêbû, kir û di encama wê bahozê de zêdetirî 20 hezar kesan jiyana xwe ji dest da. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Firatê li qada Goristana Şehîd Dicle ya Kobanê merasîma sersaxiyê ji bo şehîd Nûdem Wan û şehîd Rizgar Çavreş re li dar dixe, saet 10:00ˊan, her wiha Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê ji bo şehîd Nûdem Wan li taxa Qidorbeg konê merasîma sersaxiyê vedigire, saet 10:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Xelkê navçeya Sirîn a kantona Firatê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hedefgirtina binesaziyan meşekê li dar dixe, saet 10:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Xelkê Hesekê cenazeyê têkoşer û şoreşger Zelal Zagros a ku li Kerkûkê şehîd bûbû, li Goristana Şehîd Dijwar oxir dike, saet 11:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA