Artêşa Tirk gundên Kobanê, Şehba, Minbic û Efrînê topbaran dike

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Şêrawa, Şera, Şehba, Minbic û Kobanê topbaran dikin.

Artêşa Tirk gundên Kobanê, Şehba, Minbic û Efrînê topbaran dike
21 ÇILE, 2024   22:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên nûçegihanên li herêmên tên topbarankirin dane, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê daristana gundê Soxanekê, Bênê, Soxanekê yên navçeya Şêrawa, Şewarxa, Malkiyê, Merenazê, Elqamiyê, Tat Meraş ên navçeya Şera, Bêlûniyê, Eyn Deqnê, Şêx Îsa, Şealê, Zîwanê, Medûnê û Til Anabê yên herêma Şehbayê topbaran dikin.

Di encama topbarana li ser gundê Medûnê yê Şehbayê de 5 leşkerên hêzên hikumeta Şamê birîndar bûn.

Hemwextî wê, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê sernanserî eniyên şer ên Minbicê ji Sacûr ta Boxazê topbaran dikin, her wiha gundê Şêxlera Jorîn ê Kobanê jî tê topbarankirin.

(fr)

ANHA