Îstîxbarata Şamê li Mezê 4 kes girtin

Şaxê Îstîxbaratê yê girêdayî hêzên hikumeta Şamê li ser paşxaneya êrişa Îsraîlê li herêma Mezê ya Şamê 4 kes di nav de serbazek girtin.

Îstîxbarata Şamê li Mezê 4 kes girtin
21 ÇILE, 2024   22:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), di encama êrişa Îsraîlê li ser herêma Mezê ya Şamê de 12 kes hatin kuştin; 5 îranî di nav de 3 fermandarên Pasdarên Îranê ne, 4 sûriyeyiyên hevpeyman bi komên alîgirên Îranê re çêkirine, 2 lubnanî û iraqiyek.

SOHRˊê diyar kir ku avahiya hatiye hedefgirtin li herêmeke ewlehî ya li taxa Mezê Vêlat a li Şamê ye û yek ji avahiyên Pasdarên Îranê li herêmê ye, her wiha li taxê fermandarên Pasdarên Îranê, Tevgera Cîhad El Îslamî û Hizbullah a Lubnanê bi cih bûne.

Li ser paşxaneya êrişê saziya ewlehiyê ya hikumeta Şamê heta niha 4 kes di hemleya serdegirtinê de girtine, yek serbaz e.