ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 21-10-2023

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 21-10-2023
21 cotmeh, 2023   02:00

Hiqûqnas Enwer El Mişrif diyar kir ku tecîrda li dijî Rêber Abdullah Ocalan li dijî tevahî qanûn û pîvanên navneteweyî ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Kesayetên civakî yên ji navçeya Til Birakê  diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan ji tevahî gelan re îlham ramanyar e û got ew ê heta pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî tê bikoşin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Hevseroka Meclisa Rêveber a Kantona Efrîn û Şehbayê li dijî êrişên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker banga yekitî û hevgirtinê li şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Dayika Hinûf a 60 salî ya  ji pêkhateya Ereb da zanîn ku ew û malbata xwe dê heta dawiyê bi fikra Rêber Abdullah Ocalan re bin û got: “Ez ê bi fikra Rêber Ocalan li warê xwe  li ber xwe bidim.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

Malbat û hevrêyên şehîd Ebdulwahid El Ehmed gotin, şehîd Ebdulwahid palpişt, murşid û jêdera moraldayînê bû. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Çalakiya konvendanê ya xelkê kantona Qamişlo ya ji bo piştgiriya pêngava "Ji Rêber Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî" li ber avahiya Komîseriya Kar û Barên Koçberan a NY′yê didome, saet di 10:00′an de. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Meclisa Perwerdeyê ya Akademiya Şehîd Îsamîl Mûsa ya li Minbicê têkildarî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan daxuyaniyê dide, saet di 11:30′an de. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Şêniyên navçeyên Til Temir, Til Birak û bajarê Hesekê bi armanca piştgiriya pêngava cîhanê ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, xwepêşandanan li dar dixin, saet di 12:00′an de. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Weqfa Al El Beyt a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê,  ji bo avakirina komîteyê weqfêy a Qamişloyê, civînekê li Parka Xwendinê li dar dixe, saet di 15:00′an de. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê li dijî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan meşek meşaleyî li dar dixe. Meş ji qada Şehîd Egîd a li bajarê Kobanê dest pê dike, saet di 17:00′an de. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA