PDK sîxurtiya bo MÎT`ê li ciwanên Ezidî ferz dike

15 ciwanên Êzidî yên ji Şengalê ji bo Cejna Cimayê çûbûn Laleşê ji aliyê hêzên PDK`ê ve hatin binçavkirin. Hat ragihandin ku hêzên PDK`ê îşkence li ciwanan kiriye û sîxurtî li wan ferz kiriye.

PDK sîxurtiya bo MÎT`ê li ciwanên Ezidî ferz dike
21 cotmeh, 2023   09:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji 6’ê Cotmehê ve cejnên Cimaya Laleşê (hec) tê pîrozkirin. Êzidiyan ji her aliyê cîhanê û bi taybet jî ji Şengalê serdana Laleşê kir.

Li gorî nûçeya Rojnewsê, 15 ciwanên ku beşek ji wan di nava Asayîşa Êzidxanê de cihê xwe digirin û beşek din jî di saziyên Rêveberiya Xweser de cih digirin, ji aliyê pêşmerge û asayîşa PDK’ê yên li deriyê Laleşê ve hatin binçavkirin. Ciwan dema dixwazin bikevin Laleşê nasnameya wan tê kontrolkirin, tên astengkirin.

Hat ragihandin ku ciwanên hatibûn binçavkirin vediguhesin navenda Parastinê ya Dihokê, îşkence li wan hatiye kirin û sîxûrtiya ji bo MÎT`a Tirk û Parastinê li wan hatiye ferzkirin.

Her wiha li beramberî serbestberdana wan, agahiyên derbarê berpirsên Rêveberiya Xweser û pêşengên Şengalê de ji ciwanan hatine xwestin.

Li gorî agahiyên Rêveberiya Xweser dane, heya niha ji 15 ciwanên hatine binçavkirin, 7 kes serbest hatine berdan û 8 kes jî hîn li Dezgeha Parastinê ya li girtîgeha Zirkan a Dihokê tên girtin.

(c)