Zeviya wî nîn e lê nobedariya zeviyên çandiniyê dike

Hemze Mihemed ê 64 salî, tevî ku erdê wî yê çandiniyê nîn e jî, li gel komek hevalên xwe zeviyên genim û ceh li hemberî bûyerên şewitandinê diparêz e.

21 gulan 2024   05:17
QAMIŞLO
EHMED SEMÎR

Di vê demsala rakirina berhemên çandiniyê ku bûyerên şewat û şewitandinê derdikevin de, welatî jî nobedariya erdên xwe dikin. 

Welatiyê bi navê Hemze Mihemed e 64 salî yê ji taxa Cumaya ya bajarê Qamişlo jî bi dildarî nobedariyê dike.

Aliyê balkêş ê apê Mihemed ew e ku erdekî wî yê çandiniyê tune ye û bi awayekî dildar tevlî vê xebatê dibe.

Hemze Mihemed dibêje; "Her sal wek vî wextî, dema berhem derdikevin, em li ber çerxerêyan nobedariyê dikin da ku zeviyan biparêzin. Seyareya agirkujiyê nêzîkî me ye. Em jî amade ne ku dema rewaşeke awarte çêbibe, destwerdanê bikin. Em ji bo ku civaka xwe biparêzin hene, 24 saetan nobedariyê dikin.”

(şx/a)

ANHA