ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 20-02-2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 20-02-2024
20 sibat, 2024   02:00

Asya Xelîl Hebeş tenê 4 saetan bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtin kiribû û wê hevdîtinê guherînek di jiyana wê de çêkir û jê re bû çavkaniya têkoşîneke demdirêj. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Fermandar Sorxwîn Rojhilat a ku 18 salan li dijî zîhniyeta baviksalarî û kevneperestiyê tê koşiyaye, tirs xist dilê DAIŞ û faşîzma Tirk. Li hember wê faşîzma Tirk tola çeteyên xwe hilanî û navendeke gaziyan li Qamişlo hedef girt. Di encamê de fermandar Sorxwîn û hevrêya wê Azadî Dêrik şehîd bûn. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Koçberên Efrînê yên li Şehbayê diyar kir ku ew heta vegera li Efrînê bi bijarteya berxwedanê û domandina têkoşînê ve girêdayî ne û li hember siyasetên dorpêçê serî natewînin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Ciwanên endamên partiyên siyasî diyar kir ku dê bi hevgirtina xwe li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker bisekinin û projeya Rêveberiya Xweser bi pêş bixin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

40 sal e hunermend Selîm Temo stran û destanên kurdî dibêje. Bi stranbêjiya xwe çand û mîrasa kurdî ya kevnar diparêze. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên bajarê Dêrikê li yarîgeha Kornîş Dêrik sersaxî didin malbata şehîd Zîn Jînda saet 11:00'an. Şêniyên navçeya Dirbêsiyê sersaxî didin malbata şehîd Çiyajîn Dirbêsiyê saet 12:00'an. Şêniyên bajarê Hesekê sersaxî didin malbata herdu şehîdên YPG'ê Mihemed Mano û Beşar Mihemed li taxa Miftî saet 12:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Malbatên Şehîdan a Helebê merasîma oxirkirina şehîd Bakur Efrîn (Emîn Hesen Ebdo) li pêşiya nexweşxaneya şehîd Xalid Fecir a taxa Şêxmeqsûd li dar dixe, saet 11:00ˊan.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên kantona Efrîn û Şehbayê cenazeyên şehîd Şîlan Efrîn û şehîd Şoreş Efrîn li goristana şehîdên Berxwedana Serdemê oxir dikin, saet 15:30'an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA