Îsraîlê bajarokê Xaziye yê Lubnanê bombebaran kir

Artêşa Îsraîlê li dijî bajarokê Xaziye yê qezaya Seyda ya başûrê Lubnanê êrişên hewayî pêk anîn.

Îsraîlê bajarokê Xaziye yê Lubnanê bombebaran kir
19 sibat, 2024   22:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa ragihandinê ya nîştimanî ya Lubnanê da zanîn ku balafirên şer ên Îsraîlê bajarokê Xaziye r-bombebaran kir.

Girêdayî wê, berdevkê artêşa Îsraîlê destnîşan kir ku hêzên wan embargehên çekan ên nêzî Seydayê ya başûrê Lubnanê topbaran kirin ku ew jî wek bersdayîna êrişa Hizbullah a bi balafirên bêmirov bû.

Her wiha, çavkaniyeke ewlehî diyar kir ku yek ji êrişan li dijî embargeha hesin a li herêma pîşesazî ya bajarok bû. Di encamê de herî kêm 8 karker, ji wan 7 ji Sûriyeyê ne ku li derdora wê deverê dixebitîn jiyana xwe ji dest dan.