ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 2-2-2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 2-2-2025
2 sibat, 2025   02:00

Şehîd Viyan Soran di peyama xwe de gotiye "Pêwîst e em wekî gelê Kurd ji her alî ve têkoşineke piralî û bihêz bimeşînin. Temînata serkeftinê di destê me de ye. Şertê vê yekê jî ew e ku her kes di nava şerê parastin û rûmeta xwe û gelê xwe de cîh bigire, biçe ser kar. Ji bo vê yekê jî her mirovek Kurd, her rewşenbîrek, her rêxistinek, hemû çînên civakê, hemû bajar, gund, kesên ji xwe re dibêjin “Ez mirovim” û “Ez Kurd im” pêwîste xwedî li nexşeya çalakiyê derkevin. Pêwîst e armanca vê nexşeyê tenê azadî û serkeftin be. Divê êdî bêçaretî û têkçûn nebe; em di sedsala 21’an de bi têkoşîna xwe ya cewherî qedera xwe diyar bikin."

Dewleta Tirk rola xwe ya neyênî li Sûriyeyê didomîne û hewl dide şerê navxweyî ya Sûriyeyiyan gur bike, her wiha tevgerên ji bo avakirina hikumeta Lubnanê zêde dibin, li aliyekî din jî Trump bi îsrar e filistîniyan ber bi Misir û Urdinê ve koçber bike.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Dêrazorê sererastkirina Pira Herbî ya li ser Firatê didomîne. Çav li rê ye li piştî çend rojan pir bikeve xizmetê.

Kongra Star li bajarên Dirbêsiyê û Til Birakê yên kantona Cizîrê ji bo bîranîna şehîd Viyan Soran di salvegera şehadeta wê de 2 civînên cuda li dar dixe, (11:00), her wiha Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Çilaxa bi heman boneyê li Navenda Çand û Hunerê civînekê li dar dixe, (11:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Ji bo şermezarkirina beşdarbûna sûcdar û çeteyan di desthilata Şamê de jinên koçber ên ji Efrîn û Şehbayê li bajarê Qamişloyê daxuyaniyekê didin, (11:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li bajarê Til Koçerê yê kantona Cizîrê ji bo şîrovekirina pêşdeçûnên siyasî yên dawîn li Sûriyeyê li navenda HPCˋê civînekê li dar dixe, (11:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Xelkê bajarê Hesekê yê kantona Cizîrê û endamên saziyên wê li taxa Kelasê sersaxiyê dide malbatên şehîdan, şehîd Ehmed, Ebdulezîz, Osman û Bozan, (11:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Ji bo şermezarkirina komkujiya ku dewleta Tirk a dagirker li bajarê Sirînê yê kantona Firatê kiriye, xelkê kantona Firatê ji têketina başûrê Sirînê meşekê li dar dixe, (12:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Xelkê bajarê Şedadê yê kantona Cizîrê cenazeyê şervanê QSDˋê şehîd Ehmed Xidir El Selom li goristana şehîdan a Şedadê defin dike, (12:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa EdaletA Civakî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo beşdarbûna çeteyên dewleta Tirk a dagirker di desthildariya Sûriyeyê de li pêşiya dadgeha gel a li bajarê Qamişlo daxuyaniyekê dide, (12:30).BI WÊNE Û DÎMEN