Dewleta Tirk li gundê Aşmê malekî welatiyan bombebaran kir: 7 jê zarok 10 kes birîndar bûn

Dewleta Tirk a dagirker li gundê Aşmê yê rojavayî bajarê Kobanê malekî welatiyan bombebaran kir. Di êrîşê de 7 zarok bi giştî 10 kes birîndar bûn.

Dewleta Tirk li gundê Aşmê malekî welatiyan bombebaran kir: 7 jê zarok 10 kes birîndar bûn
2 sibat, 2025   00:09
KOBANÊ

Dewleta Tirk a dagirker bi balafirên şer li gundê Aşmê yê rojavayî bajarê Kobanê malekî welatiyan bombebaran kir. Hate ragihandin ku di êrîşê de 7 zarok bi giştî 10 kes birîndar bûn.

NavêN birîndaran wiha ne: Yûsif Cemal Derwîş (4 salî), Şîrin Silêman İsmaîl (5 salî), Avin Silêman Îsmaîl (2 salî), Mihemed Cemal Derwîş (8 salî), Xezalê Cemal Derwîş (2 salî), Heyfa Silêman Îsmaîl (35 salî), Sibah Silêman Îsmaîl (26 salî), Emina Cemal Derwîş (13 salî), Arin Cemal Derwîş (1 salî), Ehmed Îbrahim Derwîş (46 salî).