Pira Herbî heta çend rojan dikeve xizmetê

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Dêrazorê sererastkirina Pira Herbî ya li ser Firatê didomîne. Çav li rê ye li piştî çend rojan pir bikeve xizmetê.

Pira Herbî heta çend rojan dikeve xizmetê
Pira Herbî heta çend rojan dikeve xizmetê
Pira Herbî heta çend rojan dikeve xizmetê
Pira Herbî heta çend rojan dikeve xizmetê
Pira Herbî heta çend rojan dikeve xizmetê
2 sibat, 2025   05:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Dêrazorê 21’ê Kanûna 2024’an sererastkirina Pira Herbî (Leşkerî) ya li ser çemê Firatê dabû destpêkirin.

Pira Herbî ya di navbera bajarokê Hisêniyê û navenda bajarê Dêrazorê de, yek ji 3 piran e ku rojhilat û rojavayê çemê Firatê bi hev ve girê didin. Pira Herbî rêya yekane ya derbasbûna erebeyan di navbera rojhilat û rojavayê Firatê de ye. Di heman demê de wekî rêya bazirganiyê tê bikaranîn, nemaze ku pirên din di dema serweriya çeteyên DAIŞ’ê û rejîma Baasê de hatin hilweşandin.

Sererastkirina pirê dê tevgera çûn û hatinê hêsan bike ku êdî rêyên xirabbûyî û yên dirêj nayên bikaranîn.

Endamê Desteya Serokatiyê ya Meclisa Rêveber a Kantona Dêrazorê Mahir El Emleh der barê sererastkirina pirê de agahî dan ajansa me.

Mahir El Emleh bi bîr xist ku pirê gelek zirar dîtibû û ji xizmetê derketibû. El Emleh anî ziman ku ekîbên sererastkirinê yên Desteya Xizmetguzarî ya Kantona Dêrazorê û Şîrketa El Şemal bi hevkariya Daîreya Xizmetan a Dêrazorê ji bo serersatkirina pirê xebateke mezin dimeşîne.

El Emleh da zanîn ku lêçûna sererastkirina pirê 54 hezar dolar e û mizgînî da şêniyan ku di çend rojên pêş de pir bikeve xizmetê.

(bb)

ANHA