ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 19-06-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 19-06-2026
19 hezîran, 2026   02:00

- Endama Rêveber a Meclisa Jinan a Sûriyeyê Hiyam Xelîl got divê bi rêya destûrê jin ji tundî û destdirêjiyê werin parastin û garantiya mafên wan were dayîn. BI WÊNE Û DÎMEN

- Cotkar û xwediyên patozan ên ji Kobanê bi destpêkirina mewsima çinîna genim û ceh re zehmetiyên peydakirina mazotê û bilindbûna bihayan dikişînin. Hevserokê Rêveberiya Sotemeniyê hişyarî li ser hilweşîna zêde ya debarê û xizmetguzariyê da, ger krîza mazotê wiha dewam bike. BI WÊNE Û DÎMEN

- Mîhrîcana Hêvî ya Şanoyê ya Zarokan ne tenê tabloyeke hunerî ye, der barê hevkarî, zanist, parastina jîngehê û girîngiya perwerde de peyamên gelekî girîng dan. BI WÊNE Û DÎMEN

- Bertekên şêniyan li dijî projeya avakirina xanên pez li nêzî gundê Girê Sûwer ê Tirbespiyê didomin. Şêniyên hejmarek gundên derdorê metirsiyên xwe der barê bandorên jîngehî û tenduristî yên projeyê tînin ziman. Şaredariyê jî got ew li gorî çarçoveyên qanûnî û îdarî projeyê pêk tîne. BI WÊNE Û DÎMEN

- Li bajarê Hesekê û gundewarên wê pirsgirêka elektrîkê hîna nehatiye çareserkirin. Miqdara elektrîkê ya didin Hesekê û gundewarên wê gelekî kêm e. BI WÊNE Û DÎMEN

- Parêzer Basil Hatûm got rewabûna parlamentoyê ne bi mekanîzmayên qanûnî û hilbijartinê yên şeklî ve girêdayî ye, ya girîng ew e ku parlamento çi qasî nûnertiya îradeya gel a azad û hemû pêkhateyên gelê Sûriyeyê dike. BI WÊNE Û DÎMEN

- Siyasetmedarekî Lubnanî diyar kir ku rewşa Lubnanê bi gavên hêdî û hişyar ber bi qonaxeke aramî û aştiyê ve diçe. Niha agirbestek heye ku hêj didome, lê îhtîmala bilindbûna aloziyê dîsa jî vekirî ye. Hizbullah cihê xwe wekî aliyekî sereke yê her çareseriyeke pêşerojê xurt kir. Lê dosyeya çekên wê hêj jî mijara nîqaşê û çareserkirinê ye.

- Her çend Peymana 29’ê Çileyê vegera 80 hezar koçberên Serêkaniyê garantî dike jî, ji ber nebûna ewlehiyê, hebûna mayin û pirsgirêkên milkan, vegera ewle hîna pêk nehatiye. BI WÊNE Û DÎMEN