CENTCOM: Dopêça deryayî ya li ser Îranê hat rakirin

CENTCOM’ê ragihand ku dorpêça deryayî ya li ser Îranê hatibû ferzkirin, hat rakirin.

CENTCOM: Dopêça deryayî ya li ser Îranê hat rakirin
18 hezîran, 2026   23:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Hêzên Navendî ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), (CENTCOM), piştî metna mutabaqatê ya di navbera DYA û Îranê hate îmzekirin û şûnde, têkildarî dorpêça deryayî ya li ser Îranê, li ser hesabê medyaya xwe ya dijîtal daxuyaniyek da.

CENTCOM’ê aşkera kir ku ji îro û pê de dorpêça daryayî ya DYAˊyê ya li ser Îranê hatiye rakirin, lê ji bo pêkanîna biryarên mutabaqatê bawer bibin, wê li herêmê bimînin.

CENTCOM’ê got, “Îro li ser fermana Serokê Hêzên DYA’yê dorpêça li ser hemû hatin û çûna deryayî ya dikeve bender û peravên Îranê hatiye rakirin.”