Îsraîlê bi dijwarî li Nebetiyê da: 16 kuştî

Artêşa Îsraîlê navçeya Nebetiya ya başûrê Lubnanê bi dijwarî bombebaran kir. Di encamê de 16 kes hatin kuştin.

Îsraîlê bi dijwarî li Nebetiyê da: 16 kuştî
19 hezîran, 2026   09:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî çavkaniyên xwecih, artêşa Îsraîlê ji saetên şevê ve heya berbanga îro başûrê Lubnanê bi dijwarî topbaran û bombebaran kir û di encamê de 16 kes hatin kuştin.

Hate diyarkirin ku giraniya êrişan li ser gund û bajarokên navçeya Nebetiyê bûn. Der barê vê yekê de agahî hatin parvekirin ku berbanga îro bajarokên rojhilat, Harûf û Keferseyr hatin bombebarankirin. Bajarê Nebetiyê, Herêma Kefercoz, bajarokên Keferman, Zebdîn, Nebetiya Jorîn, Hebûş, Seced û Cebel El Reîf jî bi obîsan hatin hedefkirin.

Hate zanîn ku balafirên şer ên Îsraîlê bajarê Nebetiyê, bajarokên Kefertenbît, Nebetiya Jorîn û girên Rîhanê bombebaran kirin û du êrişên hewayî yên li pey hev li dijî herêma Kefercoz-Nebetiya pêk anîn, piştre jî herêma Eşmeiye ya di navbera bajarokên Şerqiye û Diwêrayê de û Qesîba, Kefer Decal û Kefertebnîtê bombebaran kirin. Di heman demê de taxa Rahîbat a bajarê Nebetiyê û derdora Kedersêr bi obîsan topbaran kirin.

Li gorî agahiyan di êrişa li ser bajarokê Keferseyrê de 3 kes hatine kuştin.

Bajarokê Cibşît jî bi dronan û obîsan hat hedefkirin. Bajarokê Edşît û herêma Kefercoz-Nebetiyê û bajarokê Tolê hatin bombebarankirin.

Hizbullahê jî ragihand ku wê yekîneyeke hêzên Îsraîlê ya hewl dida derbasî girên Elî Tahir bibe, kir hedef.

(bb)