ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 19-01-2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 19-01-2024
19 ÇILE 2024   02:00

Xeza li ber çavê cîhanê tê şewitandin. Hê tu hêz derneketine holê ku pêşî li êrişên Îsraîlê bigirin yan jî bisekinînin. Mekanîzmayên navneteweyî ji bo filistîniyan naxebitin. Wêrankirin û valakirina Xezayê û kuştina zêdetirî 20 hezar sivîlan bi navê tunekirina Hemasê, asta karesata mirovî nîşan dide. (BI WÊNE)

Di 6 salên dagirkirina Efrînê de 706 kes hatin kuştin, zêdetirî 9 hezar û 8 sivîl hatin revandin. Di nav wan de hezar û 200 jin û 600 zarok hene. Li dijî bi sedan jinên revandî destdirêjî çêbûn. (BI WÊNE)

Hîn jî DAIŞ metirsiyeke mezin li ser Sûriye û cîhanê çêdike, nexasim ku di sala 2023'yan de çeteyan bi dehan êriş li dijî deverên cuda yên Sûriyeyê pêk anîne, li hember wan jî QSD û Hêzên Ewlekariya Hundirîn zêdetirî 100 operasyon û pêngav li dijî DAIŞ'ê pêk anîne. (BI WÊNE)

Samih Îsmaîl diyar kir ku armanca ji êrişên Hûsiyan zextê li ser hevkarên xwe Îranê sivik bike bi taybet li eniyên Lubnan û Iraqê. Îsmaîl got Riyad hewl dide şer li Yemenê kêm û qels bike. (BI WÊNE)