Hêzên Ewlekariya Hundirîn 60 hezar hebên kaptagonê li Reqayê girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bazirganekî madeyên hişbirê li Reqayê girt û li gel wî 60 hezar hebên kaptagonê hatin desteserkirin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn 60 hezar hebên kaptagonê li Reqayê girtin
18 ÇILE 2024   22:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn li ser malpera xwe ya fermî der barê girtina bazirganekî hişbirê li Reqayê û desteserkirina 60 hezar hebên kaptagonê li gel wî de daxuyaniyek da.

Berfirehiya daxuyaniyê wiha ye:

"Di 15’ê Çileyê (roja duşemê) de hêzên me yên dijî madeyên hişbirê kesekî ku li bajarê Reqayê bazirganî, belavkirin û bikaranîna madeyên hişbirê dikir, girt.

Di encama berdewama xebatên dijî madeyên hişbirê de ji bo şopandina kesên ku di van madeyên metirsîdar de cih digirin, endamên me guman kir ku kesek bi belavkirin û bikaranîna madeyên hişbirê dixebite. Piştî şopandin, lêkolîn û komkirina delîlên ku tawana wî îsbat dikin, di kemînekê de ew kes hat girtin, 60 hezar hebên Kaptagon di destê wî de hatin dîtin.

Di çarçoveya lêpirsînê de li sûcê xwe mikur hat û dê tedbîrên pêwîst ji bo wî bên girtin û ji Dozgeriya Giştî re hat şandin.

Rêveberiya Giştî ya dijî madeyên hişbirê bang li hemwelatiyan dike ku xwe ji vê nexwaşiya kujer dûr bigirin û her kesê ku tê de kar dike ji bo selametiya gelê me ji navendên me re ragihînin."