Ciwanên Çilaxa: Em ê êrişan têk bibin

Ciwanên navçeya Çilaxa meşeke meşaleyê li dar xist û banga pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir û piştgiriya xwe ji berxwedana gerîlayan re nîşan da.

Ciwanên Çilaxa: Em ê êrişan têk bibin
Ciwanên Çilaxa: Em ê êrişan têk bibin
Ciwanên Çilaxa: Em ê êrişan têk bibin
Ciwanên Çilaxa: Em ê êrişan têk bibin
Ciwanên Çilaxa: Em ê êrişan têk bibin
18 ÇILE, 2024   22:15
QAMIŞLO

Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan meşek bi maşeleyan li navçeya Çilaxa ya kantona Cizîrê li dar xist. Di meşê de bi dehan şênî û ciwanên navçeyê beşdar bûn.

Meş ji rojhilatê navçeyê dest pê kir û ber bi Çerxerêya Şehîd Mahsûm ve bi rê ket.

Li wir, rêveberê Tevgera Ciwanên Şoreşger a navçeyê Mîlad El Akûb got: "Rêber Abdullah Ocalan rêya berxwedan û têkoşînê ji bo me amade kir û li ser şopa fikrên wî me xwe bi rêxistin kir û em ê heta pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî têkoşînê bidomînin."

El Akûb wiha domand: "Em soz didin Rêber Abdullah Ocalan ku destkeftî û nirxên şoreşa xwe biparêzin. Her wiha em piştgiriyê didin berxwedana gerîlayan a li dijî artêşa Tirk a dagirker, ji ber ku gerîla rûmeta me ne."

Di dawiyê de El Akûb êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin û got: "Em ê bi fikrên Rêber Abdullah Ocalan van êrişan têk bibin."

(mh)