ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 18-02-2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 18-02-2024
18 sibat, 2024   02:00

Şêniyên bajarê Dêrikê diyar kir ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dê têkoşînê berdewam bikin û got ew hêza xwe ji fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan digirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Gabrîel Şamûn bang li hikumeta Şamê kir ku yekitiya xaka Sûriyeyê biparêzin û li ber zêdegaviyên dewleta Tirk a dagirker bigirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Nehemîn Mîhrîcana Wêje û Hunera Jinê wê îsal bi dirûşmeya “Jina şoreşger keziyên azadiyê dirêse” û bi zimanên Kurdî, Erebî û Suryanî pêk were. Serlêdanên mîhrîcanê wê 20’ê Sibatê bidawî bibin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Di hejmarên hefteya borî yên rojnameyên erebî de hate gotin hevdîtina Erdogan û Sîsî nakokiyên di navbera wan de çareser nekirin. Têkildarî xistina Hûsiyan a nava lîsteyên rêxistinên qedexe jî hate diyarkirin ku ev pêngav bandorê li Hûsiyan nake. (BI WÊNE)

Pêşangeha Desteya Çand û Hunerê ya kantona Efrîn û Şehbayê û Komîteya Lêkoşîn û Parastina Mîrasê li navçeya Fafîn a Şehbayê vekiriye, di roja xwe ya duyemîn de dewam dike, saet 10:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Xelkê kantona Firatê şehîd Osman Dadelî li gundê Dadelî yê li rojavayê Kobanê bi bîr tîne, saet 11:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA