Şêniyên Dêrikê: Em ji felsefeya Rêber Ocalan hêzê digirin

Şêniyên bajarê Dêrikê diyar kir ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dê têkoşînê berdewam bikin û got ew hêza xwe ji fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan digirin.

Şêniyên Dêrikê: Em ji felsefeya Rêber Ocalan hêzê digirin
18 sibat, 2024   02:34
QAMIŞLO
HELE RUSTEM

25 sal di ser Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan re derbas bûn. Şêniyên bajarê Dêrikê yê kantona Cizîrê bi vê boneyê gotin ew dev ji rêgeza azadiyê ya Rêber Abdullah Ocalan û pêkanîna demokrasiyê û azadiya wî ya fîzîkî bernadin.

Welaitya bi navê Sefiye Îbrahîm diyar kir ku dewletên komploger ji komployê armanc kir ku vîna gelên xwedî li fikrê Rêber Abdullah Ocalan derketine, bişikîne û got: "Ruxmî tevahî komployan jî bi ser neketin. Gel dê li qadan be heta ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bi dest bixie."

Welatiyê bi navê Deham Elî jî jî destnîşan kir ku komplogeran xwest rê li pêşiya belavkirina fikrên Rêber Abdullah Ocalan bigirin.

Deham Elî got şoreşa gel û pêkhateyên herêmê û pêkanîna rêgeza neteweya demokratîk, delîla binkeftina komployê û berdewamkirina têkoşînê li gorî felsefeya Rêber Abdullah Ocalan e.

Deham Elî diyar kir ku dê têkoşînê bidomînin ta azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk were û got: "Azadiya Rêbertî azadiya gelên bindest e."

Welatiyê bi navê Reşîd Ezîz jî tecrîd û îşkenceya li dijî Rêber Abdullah Ocalan tê kirin, şermezar kir û diyar kir ku dewleta Tirk bi vê tecrîdê qanûnên navneteweyî û mirovî binpê dike.

Reşîd Ezîz jî got gelên xwedî li felsefeya Rêber Abdullah Ocalan derketine wê bê deng namînin û dê têkoşînê mezin bikin.

Welatiyê bi navê Subhî Îliyas destnîşan kir ku ew jî felsefeya Rêber Abdullah Ocalan hêzê digirin û dê şopdarên xeta wî bin.

(şx)

ANHA