Li Helebê çalakiyên ji bo Rêber Abdullah Ocalan

PYDˊê bi hevkariya HPCˊê li Helebê ji bo şîrovekirina komploya navneteweyî, hûrgilî û sedemên wê rêzeçalakiyan li dar dixin.

Li Helebê çalakiyên ji bo Rêber Abdullah Ocalan
Li Helebê çalakiyên ji bo Rêber Abdullah Ocalan
Li Helebê çalakiyên ji bo Rêber Abdullah Ocalan
Li Helebê çalakiyên ji bo Rêber Abdullah Ocalan
Li Helebê çalakiyên ji bo Rêber Abdullah Ocalan
Li Helebê çalakiyên ji bo Rêber Abdullah Ocalan
Li Helebê çalakiyên ji bo Rêber Abdullah Ocalan
Li Helebê çalakiyên ji bo Rêber Abdullah Ocalan
Li Helebê çalakiyên ji bo Rêber Abdullah Ocalan
17 sibat, 2024   22:45
HELEB
MIHEMED EBDO

Di çarçoveya hewldanên bilindkirina têkoşînê ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan de Partiya Yekitiya Demokratîk(PYD) û Hêzên Parastina Civakî (HPC) 3 civîn ji bo şîrovekirina komploya navneteweyî li dar xistin.

Civîn li taxa Şehîd Gelhat, taxa Şehîd Cengîz û taxa Şehîd Rûbar Qamişlo hatin lidarxistin.

Li taxa Şehîd Gelhat endamê rêvebera HPCˊê Fehmî Hemîd axivî û destnîşan kir ku pêwîst e tevahî pêkhate têkoşîna xwe ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bilind bikin.

Hemîd diyar kir ku armanca komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan hewldanên gelan ên pêkanîna çarenûsa xwe were têkbirin û got ne ji fikrên Rêber Abdullah Ocalan bûya berxwedana Şêxmeqsûdê bi ser nediket.

Dûre sînevîzyon li ser komploya navneteweyî hate pêşkêşkirin.

Der barê hûrgiliyên zêde li ser civînan de ajansa me hevdîtinek bi endama rêvebera Nivîsgeha Têkiliyan a PYDˊê Ayşe Hiso re pêk anîn. Ayşe got bersiva herî guncaw li hember xeteriya li dijî Rêber Abdullah Ocalan gel her tim amade be, dakeve qadan û banga azadiya wî bike.

Ayşe di dawiyê de got ew bawer in ku bi azadiya Rêber Abdullah Ocalan re pirsgirêkên Rojhilata Navîn û cîhanê tên çareserkirin, ji lew re divê her tim amade bin, tecrîdê bişikînin û azadiya wî ya fîzîkî pêk bînin.

(fr)