ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 14-11-2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 14-11-2025
14 mijdar, 2025   02:00

Cîgirê hevserokên Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Hemdan El Ebid got metirsiya rastîn a li Sûriyeyê domandina dagirkeriya Tirk e. BI WÊNE Û DÎMEN

Şêniyên Girkê Legê diyar kir ku QSD mîsogeriya berdewama jiyana ewle û hêza parastina hevgirtina civakê ye. Şêniyan got piştgiriya QSD’ê erkek e ku dikeve ser milê tevahiya beşên civakê. BI WÊNE Û DÎMEN

Şêniyên bajarên Girkê Legê û Dêrikê da zanîn ku pêkanîna aştiyê li Rojhilaga Navîn û azadiya gelê Kurd bi azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan ve girêdayî ye. Şêniyan bang li hemû gelan kir ku ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan asta têkoşîna xwe bilind bikin. BI WÊNE Û DÎMEN

Di çarçoveya zêdekirina ewlehiyê û çareserkirina pirsgirêkên heribandina gazê de, Kargeha Siwêdiyê ya Gazê rojane nêzî 75 cerên gazê çêdike û nêzî 14 hezar ceran dadigire. BI WÊNE Û DÎMEN

Endam û rêveberên KPC-D û SZK'ê yên Helebê biryara Zanîngeha Şamê ya bicihkirina zimanê tirkî di nava minhacên Sûriyeyê de şermezar kir û teqezî bi mafê her pêkhateyekê yê perwerdeya bi zimanê dayikê kir. BI WÊNE Û DÎMEN

Şaredariya Gel a bajarê Tebqayê, bi armanca birêxistinkirina xebata basteyên bêserûber û afirandina derfetên nû yên kar, birêxistinkirina sûkên sereke û kêmbûna bikaranîna peyareyan, sûkeke nû ya gel bi 140 dikanan ava dike.  BI WÊNE Û DÎMEN

Çalakiyên Mîhrîcana Fîlman a Navneteweyî ya Rojava ya 5ˊan di roja duyemîn de didomin, çalakiyên wê saet ji 10.00ˊan heta 22.00ˊan dewam dikin. BI WÊNE Û DÎMEN