Li Tebqayê sûkek tê avakirin

Şaredariya Gel a bajarê Tebqayê, bi armanca birêxistinkirina xebata basteyên bêserûber û afirandina derfetên nû yên kar, birêxistinkirina sûkên sereke û kêmbûna bikaranîna peyarêyan, sûkeke nû ya gel bi 140 dikanan ava dike. 

Li Tebqayê sûkek tê avakirin
Li Tebqayê sûkek tê avakirin
Li Tebqayê sûkek tê avakirin
Li Tebqayê sûkek tê avakirin
Li Tebqayê sûkek tê avakirin
Li Tebqayê sûkek tê avakirin
Li Tebqayê sûkek tê avakirin
Li Tebqayê sûkek tê avakirin
Li Tebqayê sûkek tê avakirin
Li Tebqayê sûkek tê avakirin
14 mijdar, 2025   07:30
TEBQA

Belavbûna basteyên bêserûber li ser peyarêyan, bi taybet li sûkên sereke bûne sedemên qerabalix û tevliheviya li kolanên bajarê Tebqayê ye. Şaredariya Gel a bajêr bi hevkariya şêniyan hewl dide, bi rêya avakirina sûkeke gel, çareseriyên ji bo parastina qûta xwediyên basteyan bibîne.

Têkildarî girîngiya vê projeyê, hevserka Şaredariya Gel a bajarê Tebqayê Ferîde El Mihemed got, "Birêxistinkirina sûkan ji erkên şaredariyê ye. Li bajarê Tebqayê 2 kolanên sereke hene. Li wan kolanan, ji ber belavbûna basteyan qerebalixeke zêde heye. Şaredarî hewl dide sûkeke nû amade bike û van basteyan ji van her du kolanan veguhêze cihekî taybet."

Ferîde anî ziman ku sûke nû sûke gel e, wê li erdê jimareya 55ˊan were avakirin. Ji ber ku cihê wê guncaw û nêzîkî geracên bajêr û gundewar e.

Di sûkê de 140 dikan hene, dirêjahiya her yekê 3.5 metre û kêmberî 2.70 metre ye. Dê banên hemû dikanan sac bin, kehrebe, ronahî, av, kanalîzasyon û destav jî hebin. Di navbera dikanan de rê ji bo çûn û hatinê hene.

Ferîde aşkera kir ku dê basteyên li bajêr hemû di sûkê de bin, ji bilî yên sebzeyan.

Ev proje xwedî roleke mezin di birêxistinkirina sûkan û peydakirina tevgere şêniyan li ser peyarêyan de ye, li kêlek wê jî bar li ser xwediyên dikanên bazirganiyên sivik dike.

Şaredariyê da zanîn ku wê proje heta 50 rojî bi dawî bibe û kirêya mehane ya her dikanekê di navbera 20 heya 25 dolaran de ye.

Sûka nû ya gel gaveke girîng ber bi birêxistinkirina kolan û tevgera şêniyan ve ye, şert û mercên baş ji xwediyên basteyan re peyde dike, derfetên kar ji xwediyên dahatên kêm re peyda dike, di paqijiya bajêr de dibe alîkar.

(fr)

ANHA