ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 14-06-2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 14-06-2024
14 hezîran 2024   02:00

Jinên efrînî tecrîda li ser Rêber Abdullahh Ocalan şermezar kir û diyar kir ku felsefeya Rêber Abdullahh Ocalan çareseriya hemû pirsgirêka Rojhilata Navîn e û azadiya wî azadiya tevahî gelan e.

Jinên Rojavayê Kurdistanê piştgiriya xwe ji berxwedana gelê Colemêrgê ya bi pêşengtiya jinan li dijî siyaseta qeyûman nîşan da û got: "Em bi we re ne, serhildana her parçeyekî Kurdistanê serhildana me tevan e."

Koçberên Efrînê yên li Şehbayê dimînin guhertina demografî, binpêkirin dewleta Tirk a dagirker yên li dijî Efrînê bi tundî şermezar kirin.

Di hilbijartinên Perlamentoya Ewropayê de Rastgirî tundraw li gelek welatan bi pêş ketin û di hin welatên ku nifûsa wê zêde ye mîna Almanya, Fransa, Îtalya, Spaniya, Holand, Hingarya û Plandayê de di rêza duyemîn û sêyemîn de bû. Di heman demê de li dewletên Skandînaviyayê partiyên rastgirê nerm hejmara herî zêde ya kursiyan bi dest xist.

Xelkê kantona Efrîn û Şehbayê sersaxiyê didin malbata şehîd Mêrvan Efrîn li bin konê sersaxiyê ya li gundê Babinis, saet 10:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Însiyatîfa Gel a Kantona Efrîn û Şehbayê ji bo şermezarkirina tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan li bajarokê Fafînê meşekê li dar dixe, saet 16:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Malbatên Şehîdan endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Silêman Yûsif Ebdullah li Pakrewangeha Şehîd Delîl Sarûxan a Qamişlo oxir dike, saet 18:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)