MÎTˊê 2 Efrînî revandin

MÎTˊê û çeteyan 2 welatiyên Efrînî revandin.

MÎTˊê 2 Efrînî revandin
13 hezîran 2024   23:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, îstîxbarata dewleta Tirk a dagirker (MÎT) û çeteyên bi navê ˊPolîsên Leşkerîˊ beriya 6 rojan welatiyê bi navê Arif Mihemed Gedlo (52) û Mihemed Farûq Gedlo (58) ji malên wan ji gundê Celemê yê navçeya Cindirêsê ya Efrîna dagirkirî revandin.

Lê agahiyên der barê aqûbeta wan de bi dest neketin.

Sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrîna dagirkirî li dijî şêniyan ji revandin, destesrkirina mal û milkan, kuştin, tecawîzkirin û hwd dewam dikin.

(fr)