'Azadiya Rêber Apo azadiya gelan e'

Jinên efrînî tecrîda li ser Rêber Abdullahh Ocalan şermezar kir û diyar kir ku felsefeya Rêber Abdullahh Ocalan çareseriya hemû pirsgirêka Rojhilata Navîn e û azadiya wî azadiya tevahî gelan e.

'Azadiya Rêber Apo azadiya gelan e'
14 hezîran, 2024   02:35
ŞEHBA

Jinên efrînî der barê tecrîda mutleq a li ser Rêber Abdullah Ocalan  de nêrînên xwe bi me re parve kirin.

’EM BI FIKRÊ RÊBER APO MEZIN BÛNE’

Zîlan Xelîl tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û diyar kir ku ev tecrîd ne tenê li ser Rêber Abdullah Ocalan e, di heman demê de li ser hemû gelan e. Zîlan Xelîl got: "Em ê li hember vê tecrîdê çalakiyên xwe zêdetir bikin heya azadiyê Rêber Apo bi dest bixin. Ji ber ku em bi fikr û felsefeya Rêber Apo mezin bûne. Azadiya Rêber Apo azadiya tevahî gelan e."

’FELSEFEYA RÊBERTÎ ÇARESERÎ YE’

 Rumet Beko bi bîr xist ku demeke dirêj e agahî ji Rêber Abdullah Ocalan nayê wergirtin û got: "Dewleta Tirk dixwaze fikr û felsefeya Serok Apo ji me qut bike, lê tu carî em dest ji fikr û felsefeya Rêber Apo bernadin heya pêkanîna azadiya wî. Pirsgirêkên Rojhilata Navîn wê bi felsefeya Rêber Apo çareser bibin."

’BÊDENG NEMÎNIN!’

Guney Mistafa tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan bi tundî şermezar kir û diyar kir ku tecrîda ne qanûnî ye.

Guney Mistefa destnîşan kir ku Rêber Abdullah Ocalan banga azadî û mafên jinan dike û wiha got: "Fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan bû pêşeroja jinan. Em banga li hemû cîhanê dikin ku li hember vê tecrîdê bê deng nemîmim."

HEYA AZADIYÊ TÊKOŞÎN

Fatma Bîlal jî diyar kir ku ev tecrîd li dijî mafên mirovahî û derexlaqî û got: "Em tecrîdê bi tundî şermezar dikin ji ber ku Rêber Apo bi felsefeya xwe banga azadiya jinê kir. Em ê bi fikr û felsefeya Rêber Apo têkoşîn û berxwedana xwe berdewam bikin heya em azadiya wî ya fîzîkî misogerbikin."

(nq/bb)

ANHA