‘Banga Rêbertî wesîleya aramiyeke mayînde ye’

Rewşenbîran bang li dewleta Tirk kir ku gavên cidî ber bi aştiyê ve biavêje û got "Aştî bi azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dest pê dike. Lewre divê Rêber Abdullah Ocalan were azadkirin da ku pêşengiya pêvajoya aştiyê bike.”

‘Banga Rêbertî wesîleya aramiyeke mayînde ye’
12 nîsan, 2025   02:35
HESEKÊ
CAN ELEWÎ- EBDULXANÎ EL HAMAN

Rewşenbîrên ji kantona Cizîrê têkildarî banga Rêber Abdullah Ocalan a bi navê "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" û gavên ku divê dewleta Tirk biavêje nêrînên xwe bi ajansa me (ANHA) re parve kirin.

Endama Yekitiya Rewşenbîran a Til Temirê helbestvan Nalîn El Yûnis bi bîr xist ku ji dema ku Rêber Abdullah Ocalan bang ragihandiye ve, dewleta Tirk tu helwestên erênî nedaye, lê belê êrişên xwe li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêdetir kiriye.

Nalîn El Yûnis anî ziman ku divê dewleta Tirk a dagirker gavên berbiçav biavêje û wiha domand: "Divê dewleta Tirk gavên baş biavêje, êrişên xwe bisekinîne û Rêber Abdullah Ocalan ji girtîgeha Îmraliyê azad bike da ku bi xwe serkêşiya pêvajoya aştiyê bike."

‘BANG JI BO BERJEWENDIYA HER KESÎ YE’

Mamoste û çalakvan Xelîl Elî banga aştiyê ya Rêber Abdullah Ocalan wek "nirxekî stratejîk ne tenê ji bo Tirkiyeyê, di heman demê de ji bo tevahiya Rojhilata Navîn" nirxand. Her wiha bi bîr xist ku banga Rêbertî çareseriyan ji bo bidawîkirina şerên li herêmê pêşkêş dike.

Xelîl Elî destnîşan kir ku divê bendên banga Rêber Abdullah Ocalan bi cidiyet werin pêkanîn û ev li gotinên xwe zêde kir: "Ev bang ji bo berjewendiyên dewleta Tirk ye jî û dê bibe wesîleya aramiyeke mayînde."

Elî Xelîl bi domdarî got: “Divê hikumeta Tirk banga Rêber Abdullah Ocalan ji raya giştî ya Tirk re ragihîne da ku civak karibe bi serbestî û dûrî xîtabên siyasî yên hişk helwesta xwe li hemberî aştiyê nîşan bide.”

‘BÊYÎ AZADIYA FÎZÎKÎ YA RÊBER ABDULLAH OCALAN BEHSA AŞTIYÊ NAYÊ KIRIN’

Endamê Yekitiya Rewşenbîran a bajarê Dirbêsiyê helbestvan Omer Şêxmûs bi bîr xist ku Rêber Abdullah Ocalan û Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ji bo aştî û çareseriyên siyasî gelek caran bangawazî kiribû, lê dewleta Tirk heya roja îro tu bersivên cidî nedaye.

Omer Şêxmûs da zanîn ku li gorî qanûnên Tirkiye, dema dîlgirtina Rêber Abdullah Ocalan qediya ye û got: "Tu hincetên qanûnî yên ragirtina wî nin in. Divê bi lez serbest bê berdan."

Şêxmûs diyar kir ku dewleta Tirk heya niha tu gavên pratîkî neavêtiye ku niyeta wê ya piştgiriya pêvajoya aştiyê piştrast bike. Şêxmûs wiha dom da axaftina xwe: "Dewleta Tirk ji bo ku baweriya gelê Kurd û aliyên siyasî yên kurdî qezenc bike divê gavên pratîkî biavêje û ji guhertinên bilez ên li Rojhilata Navîn rû didin, bibe bersiv.”

Omer Şêxmûs di dawiya axaftina xwe de got, Rêber Abdullah Ocalan sembola aştiyê ye û cihê wî li gel gelê Kurd pîroz e û got: "Bêyî rakirina tecrîdê û bêyî azadiya wî ya fîzîkî, nabe qala pêşketinan di pêvajoya aştiyê de bê kirin."

Rewşenbîran anî ziman ku berdewama êrişan û neqebûlkirina çareseriyên siyasî dê aloziyên Tirkiye û herêmê gûrtir bike. Her wiha got, guhertinên li Rojhilata Navîn çêdibin siyasetên aqilane û wêrek ji aliyê dewleta Tirk ve dixwazin. Rewşenbîran diyar kirin ku divê dewleta Tirk Rêber Abdullah Ocalan azad bike û rûpeleke nû bi gelê Kurd re veke.

(bb)

ANHA