ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 11- 5 – 2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 11- 5 – 2025
11 gulan, 2025   02:00

Nivîskarê Misrî Îbrahîm Şaban têkildarî banga dîrokî ya Rêber Abdullah Ocalan got, "Banga Abdullah Ocalan bangeke dîrokî ye wê heta bi dehan salên din deng vede." BI WÊNE Û DÎMEN

Çalakgerên siyasî û sivîl ên Dêrazorê daxwaza sazkirina destûreke nû ya Sûriyeyî kir ku pirrengî û beşdariya giştî misoger bike û "Danezana destûrî" ya desthilata Şamê kir û bi misogerkirina dûrxistinê û paşguhkirina pirneteweyî û olî ya li welat bi nav kir. BI WÊNE Û DÎMEN

Li kantona Tebqayê piştî rizgarkirinê gelek veguherînên mezin pêk hatin, şêniyên kantonê ji hemû pêkhateyan ji bo jinûveavakirina herêmê di qadên cuda de bi hev re ketin nava hewldanan. Gel di warê ewlehî, xizmetguzarî, aborî û çandê de destkeftiyên berbiçav bi dest xistine û Tebqa bûye modeleke hevgirtina civakê û pêşketina domdar. BI WÊNE Û DÎMEN

Gurbet Aydin anku Hozan Mizgîn di nava gelê Kurd de bi dengê xwe yê zelal tê nasîn. Hozan Mîzgîn ji bo têkoşîna azadiya jinan û hunerê bûye sembol û îro jî dibe îlham. BI WÊNE

Pirrengiya li Sempozyuma Hunerên Şêwekariyê ya Pêncemîn a Tebqayê cihêrengiya çanda Sûriyeyê nîşan dide. Şêwekarên ji herêmên cuda yên Sûriyeyê hatine, bi hev re nasnameya çandî ya welat nîgar dikin. BI WÊNE Û DÎMEN

Li gelek taxên bajarê Hesekê aloziya kombûna çopê heye û li hember xizmetguzariya nebaş, belavbûna bêhna qirêj û kelmêşan hemwelatî bi gazin in. Lê şaredariya gel vê pirsgirêkê hildigire ser kêmbûna alavan û zehmetiya tamîrkirina wan û soz da ku tedbîrên lezgîn bigire û çopê rake. BI WÊNE Û DÎMEN

Jinên ji kantona Tebqayê diyar kir ku xweparastin bûye stratejiyek ku asta têgihaştina civakî û biryardariya wê ya parastina destkeftiyan û parastina projeya Rêveberiya Xweser nîşan dide. BI WÊNE Û DÎMEN

Di hefteya borî de destwerdaneke berbiçav di bûyerên herêmî û navneteweyî de çêbû, vê yekê rewşa rageşiya siyasî û leşkerî li zêdetirî herêmê guherand. Ji kongreya 12’emîn a PKK’ê heta bi serdana serokê desthilata Şamê ji Fransayê re, aloziyên Hindistanê û Pakistanê û dosyaya nukleerî ya Îranê rojevên rojnameyên erebî yên hefteya borî bûn. BI WÊNE

Xelkê bajarê Dêrikê, cenazeyê têkoşer şehîd Cîhat Dara li Pakrewangeha Şehîd Xebat Dêrik defin dike, (17:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Di çarçoveya rêzeçalakiyên bi boneya Roja Zimanê Kurdî de, li tevahî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê meş û çalakiyên hunerî û jîngehî tên lidarxistin. BI WÊNE Û DÎMEN

Xelkê kantona Firatê li Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê ya Kobanê şehîd Gurbet Aydin ku di nava gelê Kurd de bi Hozan Mizgîn tê nasîn di salvegera şehadeta wê ya 33’yan de bi bîr tîne, (11:00). BI WÊNE Û DÎMEN