Jinên ji Tebqayê girîngiya xweparastinê vegotin

Jinên ji kantona Tebqayê diyar kir ku xweparastin bûye stratejiyek ku asta têgihaştina civakî û biryardariya wê ya parastina destkeftiyan û parastina projeya Rêveberiya Xweser nîşan dide.

Jinên ji Tebqayê girîngiya xweparastinê vegotin
11 gulan, 2025   07:25
TEBQA

Jinên ji kantona Tebqayê der barê girîngiya xweparastinê de ji ajansa me re axivîn.

Hevseroka Desteya Kar û Barên Civakî û Kedkaran a Kantona Tebqayê Wela El Nacî bal kişand ser êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û got: “Ev êriş bi awayekî sîstematîk tên kirin. Armanc jî têkbirina tevna civakî û pergala rêxistinî ye ku di encama têkoşîna bi salan de ava bûye."

Welayê anî ziman ku gelên herêmê her tim amade ye xwe û destkeftiyên xwe biparêze û diyar kir: "Ev yek jî baweriya hêzên leşkerî xurt dike ku dizane gelekî zane û rêxistinkirî li pişt wê ye ku qebûl nake vegere nuqteya sifirê."

Cîgira Seroka Desteya Jinan a Kantona Tebqayê Rîm El Mihemed da zanîn ku "civaka birêxistinkirî ew civak e ku li hember hilweşînê li ser lingan e ji ber ku amûrên wê yên xweser hene ku krîzan birêve bibe û enerjiyan bi hev re araste bike.”

Rîm El Mihemed destnîşan kir ku jin ne tenê parçeyekî pergala xweparastinê ne, di malbat û civakê de xwedî roleke çalak û navendî ye û wiha got: "Jin di navendên biryardayînê û qadên berxwedanê de cih digirin."

Endama Nivîsgeha Kar û Barên Rêxistinan a Rêveberiya Xweser a Kantona Tebqayê Fatima El Salih da zanîn ku xweparastin ne têgeheke teorîk e, lê xebateke pratîk e ku ji ferdan dest pê dike. Fatimayê bi domdarî diyar kir ku baweriya bi xweparastinê dihêle ku civak bi hêz bibe, yekgirtî be û xwedî biryar be.

Fatima El Salih her wiha got: “Beşdariya jin û ciwanan di sîstema parastina xwe de dibe sedema hişyariya civakê. Bingeh hişmendiya ferd e, piştre ya civakê ye. Ev yek ne tenê ji gefên derve, lê di heman demê de ji hilweşîna navxweyî jî, tax û bajar bêparastin dike."

Fatima Salih anî ziman xweparastin vebijêrk nîn e, lê belê bûye stratejiyek ku asta têgihiştina civakî û biryardariya wê ya parastina destkeftiyan û parastina projeya Rêveberiya Xweser nîşan dide.

(bb)

ANHA