Nivîskarekî misrî: Wê banga Abdullah Ocalan heta bi dehan salên din jî deng vede

Nivîskarê Misrî Îbrahîm Şaban têkildarî banga dîrokî ya Rêber Abdullah Ocalan got, "Banga Abdullah Ocalan bangeke dîrokî ye û wê heta bi dehan salên din deng vede."

Nivîskarekî misrî: Wê banga Abdullah Ocalan heta bi dehan salên din jî deng vede
11 gulan, 2025   02:35
NAVENDA NÛÇEYAN
YEHA EL HEBÎB

Di 27’ê Sibatê de Rêber Ebdullah Ocalan banga “Aştî û Civaka Demokratîk” kir û tê de daxwaza çareserkirina hemû pirsgirêkên li Rojhilata Navîn li ser esasê diyalog û jiyana hevbeş a hemû pêkhateyan kir. Bangawazî li qada navneteweyî bi girseyî hat pêşwazîkirin. Lê belê heta niha jî rayedarên Tirk ji bo bicihanîna wê gavên pratîk neavêtine û ev yek bûye sedema pêleke nerazîbûnê.

‛WÊ BANGA DÎROKÎ YA OCALAN HETA BI DEHAN SALAN DEWAM BIKE’

Nivîskarê Misrî Îbrahîm Şaban ji ajansa me re li ser mijarê axivî û got: "Banga Aştî û civaka Demokratîk ya Rêberê Kurd Abdullah Ocalan bangeke dîrokî ye ku wê bi dehan salên pêş de deng vede û dawî li şerê nêzî 40 salî bi Tirkiyeyê re bîne. Her wiha daxuyaniya PKK’ê ya li ser esasê pejirandina banga Ocalan û derxistina biryarên dîrokî ji hêla partiyê ve di vî alî de wê di demek nêzîk de vê bersivdana bangê piştrast bikin."

Şaban diyar kir ku di nava şert û mercên gelekî aloz ên li herêmê de ev hat kirin û got: "Dema ku Abdullah Ocalan bang li Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) dike ku dest ji çekan berde û xwe fesih bike, ev nayê wateya ku mafên bi milyonan Kurdan were înkarkirin, lê ev bang giştî ji bo her demê ye."

PERDEYA JI SER TIRKIYEYÊ TÊ DAXISTIN Û RASTIYA WÊ DERDIXE HOLÊ

Şaban der barê mijarê de wiha domand: "Banga Ocalan pir girîng e. Ji dema hatiye kirin ve ji gelek aliyên herêmî, Tirkiyê, Sûriyê û Îranê bi taybet tê şopandin. Ev bang perdeya berdewama bombebaran û êrişên li ser herêmên Kurdan û binpêkirina wan bi hinceta şopandina PKK’ê,  ji ser Tirkiyeyê radike û dawî li vê şerê xwînî tîne."

Şaban destnîşan kir ku divê ji aliyê dewleta Tirk ve bersiv were dayîn û ev mijar tenê pêşniyareke li hewa nemîne. Anku Tirkiye bersivên fermî yên paralel bide ku pêşwazîkirina bangewaziyê û pabendbûna rakirina navê "terorîst" a partiyê piştrast bike. Şaban got: "Divê Tirkiye Abdullah Ocalan berde, rûpeleke nû di nava her du aliyan de were vekirin, li daxwazên Kurdan û mafên wan ên siyasî li hundirê Tirkiyeyê û li herêmên bicihbûna wan were nêrîn û guhdarkirin."

Her wiha Şaban got: "Banga Ocalan a ji bo rawestandina şer bi Tirkiyeyê ji bo dewleta Tirk bi xwe jî sûdwar e û tu kes nikare înkar bike ku ev rûbirûbûna bi PKK’ê re bû sedema qetilkirina bi hezaran welatiyan, birîndarkirin û wêraniya her du aliyan û fatûreya xisarê ya Enqereyê zêde kiriye."

‛JI TIRKIYEYÊ GELEK GAV TÊN XWESTIN’

Têkildarî gavên ji Tirkiyeyê tên xwestin Şaban got: "Divê dewleta Tirk ne tenê bi rêya partiyên Tirk, weke CHP’ê bi awayekî fermî bersivdayîna banga Ocalan bike, her wiha divê gavên erênî werin avêtin û destpêkirina qonaxeke nû û rûpeleke nû bi gelê Kurd re were ragihandin û mafên Kurdan were naskirin, kiryarên tehrîdkirinê, bombebarankirin werin sekinandin, anku divê destpêkeke nû ya aştiyê di nava her du aliyan de were ragihandin."

Her wiha di berdewama axaftina xwe de nivîskarê Misrî Îbrahîm Şaban got: "Rawestandina ji bo fikirîna li ser gotinên Ocalan ên li ser pêwîstiya jinve birêxistinkirina têkiliya dîrokî ya di navbera Tirk û Kurdan de bi ruhê biratî û demokrasiyê, bangkirina hemû komên çekdar ku çek berdin, û teqezkirina wî ya ku çareseriyên li ser bingeha meylên neteweperest ên tundrew daxwazên mafên civakî yên dîrokî yên pêk naynin, bangek e ku îro bi temamî di wextê xwe de ye."

Îbrahîm Şaban di dawê yê de hêvî kir û got: "Ev pêngavên girîng ên piştî ragihandina çekdanînê dawî li vê serdemê bînin û aştî bi ser bikeve û ev yek ji bo Tirkiyeyê û gelê Kurd jî sûdmend be."

(aq/fr)