ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 11-09-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 11-09-2026
11 îlon, 2026   02:00

Endamê Meclisa Giştî ya Tevgera Nûjen a Kurdistanî û mamosteyê zimanê kurdî Mihemed Zeydo diyar kir ku zimanê kurdî ji bo gelê Kurd doza hebûnê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şîrovekarê siyasî yê ji Iraqê Ehmed El Meyahî diyar kir ku li gorî dewletên herêmê Iraq di rewşeke aramiya siyasî û aborî de ye û got dosyaya kontrolkirina çekan di destê dewletê de “girêk û mezin” e.

Endamê Tîma Serokatiyê Mistefa Ebdê da zanîn ku dê di dema pêş de karwanên din ên koçberên Serêkaniyê berê xwe bidin warê xwe û got “Em dikarin di hefteyekê de ji 2 heta 3 karwanan bişînin.” (BI WÊNE Û DÎMEN)

Xelkê Hesekê ji ber bilindbûna buhayê sotemeniyê û nebûna çavdêriya li sûkan gilî kirin û bang li aliyên eleqedar kir ku çareseriyekê bibînin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Malbatên xwendekarên ji Girkê Legê nerazîbûna xwe li dijî biryara kêmkirina saetên xwendina bi zimanê kurdî nîşan da û got ji mafê zarokên wan e bi zimanê dayikê bixwînin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Komleya Çanda Suryanî Mîhrîcana 6‘emîn a Mordoso li navenda xwe ya bajarê Hesekê li dar dixe, saet 18.00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN)