QSD: Di êrişa çekdarên hikumeta veguhêz de şervanek şehîd bû

QSDˊê ragihand ku çekdarên hikumeta veguhêz êrişî nuqteyeke wan a li gundewarê Dêrazorê kir, di encamê de şervanek şehîd bû û 9 şervan jî birîndar bûn. QSDˊê diyar kir ku şervanan bersiva wan da û êrişkar birîndar kirin.

QSD: Di êrişa çekdarên hikumeta veguhêz de şervanek şehîd bû
9 cotmeh, 2025   23:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê ragihand ku komên çekdar ên hikumeta veguhêz bi dronekê êrişî nuqteyeke wan a li gundê Merat ê herêma 7 Gundan a gundewarê rojhilatê Dêrazorê kir.

Li gorî navendê, di encama êrişê de şervanekî QSDˊê şehîd bû û 9 jî birîndar bûn.

QSDˊê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku hêzên wan tavilê bersiva êrişê da, nuqteyên çekdaran ên li aliyê din ê çema Firatê topbaran kirin û êrişkar birîndar kirin.

(fr)