ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 10 - 10 – 2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 10 - 10 – 2024
10 cotmeh, 2024   02:00

 5 sal e rojekê jî warê wan, jiyana wan a aştiyane ji bîra wan neçûye. Ev 5 sal e her du bajarên ku ji aştî, aramî û jiyana hevbeş re bûbûn war, di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de ne. Hîna jî şêniyên wan hêviyên xwe qut nekirine û bi hêviya vegerê li ber xwe didin.

Şêniyên bajarê Til Temirê ya kantona Cizîrê destnîşan kir ku ew li pişt hêzên leşkerî ne û dê herêmê ji timayên dewleta Tirk a dagirker biparêzin. Di heman demê de got hevgirtina wan rêya bibinxistina planên dagirkeran e.

Yekitiya Şaredariyan a kantona Dêrazorê dest bi projeya qîrkirina rêya sereke ya Hecînê kir, di heman demê de li bajarê Çilaxa ya kantona Cizîrê şaredariyê xebatên firehkirina kanalîzasonên 4 taxan hatin destpêkirin.

Rewşenbîr, siyasetmedar û hiqûqnasên Şedadê got ramanên Rêber Abdullah Ocalan neteweperestiya teng derbas kiriye, ji ber wê komplo li dijî wî li dar xistin. Her wiha diyar kirin ku gelên herêmê tenê ji bo armancekê dixebitin, ew jî bidestxistina azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan e.

Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Tebqa şervanê Hêzên Erka Xweparastinê şehîd Basil El Hemod li goristana şehîdan a kantonê oxir dikin, saet 09:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Reqa li ser komploya navneteweyî li hola Navendê ya Reqayê semînerekê dide, saet 10:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Desteya Tenduristiyê ya Meclisa Rêveber a Kantona Tebqa Nexweşxaneya Jidayikbûnê vedike, saet 10:30ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya kantona Minbicê li hola Meclisa Gelan a Demokratîk a kantonê şehîd Hevrîn Xelef bi bîr tîne, saet 10:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Malbatên Şehîdan a Helebê şervanê Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) şehîd Xemgîn Heleb li Goristana Şehîdên Berxwedana Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê oxir dike, saet 16:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Partiya Yekitiya Suryanî li Sûriye li Goristana Şehîdên Suryan-Asûrî ya Hesekê şehîdên Meclisa Bêth Nahrên bi bîr tîne, saet 17:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN)