Di êrişên duh ên Îsraîlê de 22 Lubnanî hatin qetilkirin

Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê ragihand ku di êrişên duh ên Îsraîlê li ser Lubnanê de 22 kes hatin qetilkirin û 80 kes jî birîndar bû.

Di êrişên duh ên Îsraîlê de 22 Lubnanî hatin qetilkirin
9 cotmeh, 2024   21:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê ragihand ku ji destpêka êrişa Îsraîlê li dijî Lubnanê ve zêdetirî 2 hezar û 141 Lubnanî hatine qetilkirin û 10 hezar û 99 kes birîndar bûne.

Navenda Operasyonên Awarte ya Tenduristiya Giştî ya Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê diyar kir ku di êrişên duh ên Îsraîlê li dijî Lubnanê de 22 kes hatin qetilkirin û 80 kes jî birîndar bûn.

Li gelek gundên başûrê Lubnanê di navbera çekdarên Hizbullah û hêzên artêşa Îsraîlê de şer dewam dike.

(fr)