ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 09-05-2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 09-05-2024
9 gulan, 2024   02:00

Jinan got ji bo ku Rêber Abdullah Ocalan di nava xwe de azad bibînin divê têkoşîn bê mezintirkirin.

Çeteyên DAIŞ’ê ku hin hêz dixwazin ji nû ve zindî bikin, ji destpêka salê ve gelek êriş pek anîne. Hêzên ewlekariyê jî li dijî wan, operasyonên xwe didomînin.

Li Dêrazorê çandina sebzeyan dest pê kir. Cotkar beşeke berheman dişînin nav sûkên herêmê û beşekê ji bo pêdiviyên malbata xwe vediqetînin.

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê li rojavayê Dêrazorê li herêma Kîsrat meşekê ji bo banga pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan li dar dixe, saet 10:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Yekitiya Pîşesazan a Tibî ya kantona Minbicê konferansa xwe ya yekemîn li Nivîsgeha Mihemed Menla Xizêl li dar dixe, saet 10:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Endamên Komîseriya Hilbijartinan a meclis, navçe û bajarokên Hesekê li avahiya navçeyê sond dixwin, saet 12:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Koçberên Efrîn û xelkê Til Rifetê li Şehbayê ji bo şermezarkirina tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan meşekê li dar dixe, saet 12:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê li Dirbêsiyê pêşangeheke wêneyên Rêber Abdullah Ocalan li Parka Osman Sebrî li dar dixe, saet 17:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

HRRKˊê bi sernavê ˊTevgera siyasî ya Kurdî li Sûriyeyê pêwîsteyên diyalog û lihevkirinˊ li navenda Qamişlo panelê li dar dixe, saet 18:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)