Kesên nenas hewl da serokê qebîleya Tay birevîne

Kesên nenas hewl da ku serokê qebîleya Tay a erebî Hesen Ferhan El Ebdullah birevîne. El Ebdullah têkildarî mijarê daxuyanî da û got: "Kesên li pey vê kiryarê diwazin şer di nava civak û Rêveberiya Xweser de derxin."

Kesên nenas hewl da serokê qebîleya Tay birevîne
8 gulan, 2024   15:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Meclisa Qebîleya Tay a erebî şêx Hesn Ferhan El Ebdullah li nêzî çarçoveya ewlehiyê ya li bajarê Qamişlo ji hewldana revandinê rizgar bû. Kesên nenas xwestin wî bibin xwaringehê û ji wir birevînin.

Şêx Hesen ji ajansa me re axivî û got: "Ev bûyer bi rêxistinkirî ye. Kesên ku destê wan di vê bûyerê de hene, dijminê serkeftin û birêxistinbûyîna civakê ne. Ez bawer im dê hevgirtina me bi saya xêrxwazên ji gelê me berdewam bike."

Şêx Hesen beriya 10 rojan ji ajansa me re axivîbû û gotibû: "Rêveberiya Xweser çareseriya herî guncew a doza Sûriyeyê ye. Bi saya raman û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan, civakeke hevgirtî li herêmê hatiye avakirin ku dikare li hember tevahî xetereyan bisekine."

(şx)

ANHA