Çandina sebzeyên havînê li Dêrazorê dest pê kir

Li Dêrazorê çandina sebzeyan dest pê kir. Cotkar beşeke berheman dişînin nav sûkên herêmê û beşekê ji bo pêdiviyên malbata xwe vediqetînin.

Çandina sebzeyên havînê li Dêrazorê dest pê kir
Çandina sebzeyên havînê li Dêrazorê dest pê kir
Çandina sebzeyên havînê li Dêrazorê dest pê kir
Çandina sebzeyên havînê li Dêrazorê dest pê kir
Çandina sebzeyên havînê li Dêrazorê dest pê kir
Çandina sebzeyên havînê li Dêrazorê dest pê kir
Çandina sebzeyên havînê li Dêrazorê dest pê kir
Çandina sebzeyên havînê li Dêrazorê dest pê kir
Çandina sebzeyên havînê li Dêrazorê dest pê kir
9 gulan, 2024   07:35
DÊRAZOR
ELÎ EREB

Cotkar li kantona Dêrazorê her sal vê demê dest bi çandina sebzeyên havînê dikin.

Cotkar bi berbanga sibê re şiyar dibin û berê xwe didin zeviyan. Bi çandina her cure sebzeyan wek bacanên sor, kundir, îsot, bamî û milûxiye re, zeviyan dikin tabloyeke rengîn.

Mewsima çandina sebzeyên havînê bi gelemperî meha Adarê dest pê dike û heta navîna Gulanê didome û çinîn jî ji Tîrmehê heta Îlonê didome. Cotkar berhemên xwe dabeş dikin; beşekê dişînin sûkên xwecih û beşekê ji xwe re depo dikin.

Dema gihaştin û çinîna her sebzeyekê cuda ye. Mînak cotkar di Adarê de şitilên bacanên sor diçînin ku di Hezîranê de mezin dibin. Îsot û bamî jî Tebaxê digihêjin. Çinîna milûxiye jî dawiya Hezîranê ye.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê girîngiyeke mezin dide çandiniyê. Ji Mijdara borî ve, plansaziya çandiniyê ya 2024`an daniye, piştî ku ji aliyê Meclisa Rêveber a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve hate erêkirin. Her wiha Desteya Çandinî û Avdanê jî plansaziya çandiniyê erê kir ku li gorî wê, demên ruxsetan, miqdarên tovan ji bo her donimekê diyar kirin. Her wiha di plansaziyê de rêjeya çandina berheman hate diyarkirin.

Çandina sebzeyan li gorî pêdiviyên civakê cihêreng in. Hin ji bo dabînkirina dahateke zêde sebzeyan diçînin, hin jî ji bo ku pêdiviyên malbata xwe peyda bikin. Bi vî rengî hevsengiyê di navbera daxwaz û dabînkirinê de û rêgeza xwetêrkirinê ya li herêmê de peyda dikin. Her wiha buhayan di nava sûkên xwecih de kêm dikin.

(şx)

ANHA