Li Ceblê kabilên kehrebeyê li pêş çavên şêniyan hatin dizîn

SOHR'ê da zanîn ku li gundewarê bajarê Ceblê çekdaran bi zora çekan li pêş çavên şêniyan kabilên kehrebeyê yên gundê El Reûş ê navçeya Qetêlbiyê dizîn.

Li Ceblê kabilên kehrebeyê li pêş çavên şêniyan hatin dizîn
7 mijdar, 2025   21:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) da zanîn ku li gundê El Reûş ê navçeya Qetêlbiyê ya Ceblê çekdaran bi zora çekan û li pêş çavên şêniyan kabilên kehrebeyê dizîn.

SOHR'ê diyar kir ku ji ber tirsa ji çekan kesî ji şêniyan destwerdan nekir.

Hat diyarkirin ku ev bûyer beşek ji rêze sûcên komên çekdar ên li dijî sivîlan e bê ku tu bertekên fermî ji aliyê hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ve werin nîşandan.

(mh)