ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 06-01-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 06-01-2026
6 ÇILE, 2026   02:00

Şêniyên kantona Tebqayê diyar kir ku nobedariya li Bendava Tişrînê di sala borî de berxwedaneke bibandor bû ku bû egera têkbirina êrişan. BI WÊNE Û DÎMEN

Rewşenbîran diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan di peyama sersalê de behsa bingeha krîza Sûriyeyê dike, ji aliyekî ve çareserî û aramiyê û ji aliyê din ve demokratîkbûn û naskirina pirrengiyê bi hev ve girê dide. BI WÊNE Û DÎMEN

Cotkarên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi barîna berf û baranê dilgeş bûn, nexasim ku berf û barana bariyayî bereketa axê zêde dike, nexweşî û kurman tune dikuje, rewşa çandinî û sewalvaniyê geş dike û ava binerdê ya herêmê zêde dike. BI WÊNE Û DÎMEN

Li ser pênaseyên dîrokê û pirsgirêkên civakê daneyên nû derdikevin holê û girêdayîn wan jî binavkirin û şîroveyên nûjen pêş dikevin. Pênaseya civaka kastîk û kujerê kastîk di rêza yekem a van pênaseyan de tê. Gelo pergala qatîlê kastîk a civakî çiye? Qatîlê kastîk kiye? Çavkaniya wê li ku derê ye?

Ji bo pêşxistina hişmendiya jîngehê û çandina daran Elî Çeto li Hesekê şitilgeh û pêşangeheke piçûk vekirin. Bi rêya vê projeyê, ew hêvî dike ku çanda jîngehê û çandina daran di nava civakê de bi pêş bixe. BI WÊNE Û DÎMEN

Koçberên Efrîn û Şehbayê yên li kantona Reqayê dimînin daxwaza başkirina rewşa jiyanî û garantiya vegera wan a ewle ji bo warên xwe kir. BI WÊNE Û DÎMEN

JINHA ji 2021ˊê ve bûye dengê ragihandinî û hiqûqî ji bo jinan ku dîsa cihê rastîn ê jinan vedigerîne, pirsgirêkên wan digihîne cihên biryarê û balê dikişîne ser têkoşîn û destkeftiyên wan. BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Olî ya Jinan a bajarê Helebê der barê dorpêça li ser taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd de li pêş Mizgefta Îstîqamê ya taxa Eşrefiyê daxuyaniyekê dide, 11.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê yê kantona Cizîrê li Pakrewangeha Şehîd Dijwar a gundê Dawûdiyê endamê Hêzên Parastina Civakî şehîd Fayiz Hilo El Hemzê, şervanê QSDˊê şehîd Ebdulkerîm Celal Biro oxir dikin, 11.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişloyê merasîmeke xiyabî ji bo gerîlayê HPGˊê şehîd Sariya Qamişlo li pêş mala malbata wê ya li taxa Kornîş li dar dixe, 11.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Malbatên Şehîdan a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê ji bo gerîla Brûsk Şêrawa merasîmekê li Qada Şehîdan a taxa Şêxmeqsûdê li dar dixe, 12.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Bajarê Girkê Legê ji bo şermezarkirina dorpêça li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li pêş Komeleya Perwerdê daxuyaniyekê dide, 12.30ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN