QSD: Komên hikumeta veguhêz bêserûber Dêr Hafirê topbaran dikin

QSDˊê diyar kir ku komên hikumeta veguhêz bi awayekî bêserûber malên welatiyên bajarê Dêr Hafirê topbaran dikin, lê di çarçoveya mafê parastina rewa de şervanên QSDˊê bersivê didin jêdera êrişan.

QSD: Komên hikumeta veguhêz bêserûber Dêr Hafirê topbaran dikin
5 ÇILE, 2026   23:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê diyar kir ku komên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê bi awayekî bêserûber bajarê Dêr Hafirê yê kantona Tebqayê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê topbaran dikin.

Di daxuyaniya QSDˊê de ev agahî hatin parvekirin: "Komên "Emşat" û"Hemzat" ên girêdayî hikumeta Şamê, yên ku di lîsteya cezayên navneteweyî de ne, bi awayekî bêserûber û bênavber malên welatiyên bajarê Dêr Hafirê topbaran dikin û jiyana şêniyan dixin xeteriyê. Li hember vê topbaranên bêserûber ji mafên hêzên me ye ku parastina gel û şervanên xwe bike û bersivê bide êrişan.

Di vê topbaranê de tu zirarên madî yan jî windahî di nava hêzên me de çênebûne, em aliyên êrişkar berpirsiyariya van sûc û binpêkirinan û encamên wan dibînin."

(fr)