Wê rûniştina darizandina bê ya Maduro di 17ˊê Adarê de be

Dadwerê ku îro li New Yorkê serkêşiya rûniştina guhdarîkirina Maduro kir biryar da ku Maduro li New Yorkê girtî bimîne û di 17ˊê Adarê de rûniştina bê dest pê bike.

Wê rûniştina darizandina bê ya Maduro di 17ˊê Adarê de be
5 ÇILE, 2026   23:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî fermana Dadwer Alvin Hellerstein, ku îro li New Yorkê serkêşiya rûniştina guhdarîkirina li serokê Venezuelayê Nicolas Maduro kir, biryar da ku li New Yorkê girtî be û di 17ˊê Adarê rûniştina din dest pê bike.

Maduro 4 tohmetên ji bo wî yên girêdayî bazirganiya hişbirê, red kirin.

Girêdayî mijarê, serokê Meclisa Neteweyî ya Venezuelayê Jorge Rodriguez, ku îro ji nû ve hate hilbijartin, soz da ku "hemû rêbazên gengaz" bi kar bîne da ku Maduro yê ji hêla Amerîkayê ve hatiye girtin, vegerîne.

Rodriguez di rûniştina yekemîn a parlamentoyê de piştî hilbijartinên qanûnsaz ku di Gulana 2025ˊan de pêk hatibûn û ji hêla muxalefetê ve hatibûn boykotkirin diyar kir ku "Erka min a yekemîn di rojên bê de wekî serokê vê meclisê ew ê tevahî rêbazên gengaz bi kar bînin da ku Maduro vegerînim."

(fr)