ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 05-06-2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 05-06-2024
5 hezîran, 2024   02:00

Şêniyên Tirbespiyê diyar ku dewleta Tirk a dagirker naxwaze ramanên Rêber Abdullah Ocalan belav bibin lewra tecrîdê giran dike û got ew ê heya dawiyê li pey rêberê xwe bin.

Desteya Tenduristiyê ya kantona Minbicê xebatên xwe yên têkoşîna li dijî Laşmanyayê didomîne.  Ji destpêka îsal ve 9 hezar kes bi laşmanyayê ketine.

Lubnan bi gef û êrişên Îsraîlê re rû bi rû ye ku nîşan dide şer li ber derî ye û piştî Hemasê dora Hizbullahê ye. Pirsporekî hişyarî da ku rojên bê dê metirsîdar bin û dê gelek guhertinan bi xwe re bînin.

Xelkê Efrîn û Şehba li kampa Serdemê sersaxiyê dide malbatên her du şehîdan Îlan Efrîn û Elîşêr Efrîn, saet 09:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Di Roja Jîngehê ya Cîhanê de Desteya Jîngehê ya Kantona Firatê bi diruşma ˊBi şaristanî û zanistê ber bi jîngeheke paqij veˊ li hola Navenda Çandê ya Kobanê panelekê li dar dixe, saet 09:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Bi diruşma ˊXaka me pêşeroja me ye, bi hev re gerdûnê vegerîninˊ Desteya Jîngehê û Gerînendetiya Jîngehê ya Hesekê bi hevkariya Desteya Çandê ya Kantona Cizîrê bi boneya Roja Jîngehê ya Cîhanê li Parka Xwendinê ya Hesekê panelekê li dar dixe, saet 10:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Koma Yekpar  bi navê dengbêj ˊŞekiroˊ li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya Qamişlo şahiyeke stranan li dar dixe, saet 18:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)