Li Minbicê xebatên li dijî Laşmanyayê

Desteya Tenduristiyê ya kantona Minbicê xebatên xwe yên têkoşîna li dijî Laşmanyayê didomîne.  Ji destpêka îsal ve 9 hezar kes bi laşmanyayê ketine.

Li Minbicê xebatên li dijî Laşmanyayê
Li Minbicê xebatên li dijî Laşmanyayê
Li Minbicê xebatên li dijî Laşmanyayê
Li Minbicê xebatên li dijî Laşmanyayê
Li Minbicê xebatên li dijî Laşmanyayê
Li Minbicê xebatên li dijî Laşmanyayê
Li Minbicê xebatên li dijî Laşmanyayê
5 hezîran, 2024   05:17
MINBIC

Nexweşiya Leşmanyayê îsal bi awayekî balkêş belav bû. Hejmara pêketiyên laşmanyayê îsal gihaşt 9 hezaran. Ev rêje jî ji sedî 50 ji par zêdetir e.

Li hember belavbûna vê nexweşiyê navendên tenduristiyê yên kantonê xebatên mezin ji bo têkoşîna li dijî wê û lidarxistina  hemleyên hişyariyê, didin meşandin.

Nexweşiya laşmanya bi rêya mêşan dema ku bi mirov vedidin, çêdibe.

Di encama nexweşiyê de eyarê mirov xerab dibe û nexweşiyên dîtir ên ku metirsiyê didin jiyana mirov, derdikevin.

Rêveberê Navenda Çavdêriya Tenduristî ya kantonê Qusey El Şihadê ji ajansa me re got: "Di vê demê de ev nexweşî bi awayekî berfireh li kantonê belav bûye û rêjeya pêketinê zêde dibe, ev jî cihê metirsiyê ye. Berê nexweşî tenê li çend dever û gundan belav bûbû, lê niha bi awayekî berfirehtir belav bûye ku li hin deveran di yek malbatê de hejmara pêketiyan gihîştiye 6 kesan."

El Şihadê diyar kir ku zêdetirî 9 hezar û 7 rewşên pêketinê ji destpêka 2024'an ve hatine tomarkirin. Di 2023'yan de bi temamî jî tenê 14 hezar û 600 rewşên pêketinê bûn. El Şahidê wiha got: "Em niha di nîvê salê de ne û pêşbînkirî ye ku hejmar zêde be."

El Şihadê bang li şêniyan kir ku dema nîşanên pêketinê derketin yekser berê xwe bidin navendên tenduristiyê yên nêzîk û destê xwe nedin cihê ku nîşan lê derketiye yan jî tu madeyan nêzîkî wî nekin, da ku nexweşî girantir nebe û belav nebe.

ˊXEBATÊN NAVENDÊN TENDURISTIYÊ LI DIJÎ LAŞMANYAYÊˊ

Di vê çarçoveyê de, Desteya Tenduristiyê ya kantonê gelek navendên tenduristiyê ji bo dermankirina van rewşan amade kirin. Ew jî navenda Erîmê, Oseclî, Mihteriq, kampa Resim, Heye, Yastî û navendeke sereke ya Navenda Çavdêriya Tenduristî ya li bajêr.

Di van navendan de şênî bêpere tên dermankirin.

Di dawiya axaftina xwe de El Şihadê got: “Desteya Tenduristiyê, Nivîsgeha Rêxistinan û meclisan hemleyên hişyariyê li ser LAşmanyayê bi rêya gera li nav taxan û belavkirina biroşoran, pêş dixin.”

(mh)

ANHA