ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 05-02-2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 05-02-2024
5 sibat 2024   02:00

Desthilatên Tirk di Çileya 2024ˊan de 16 daxwaznameyên malbat û parêzerên Rêber Abdullah Ocalan ên hevdîtina bi wî re red kirin.

Bandorên dorpêçê li ser xelkê taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û koçberên Efrînê zêde dibin, ev bandor gihaşt astekê ku ji bo zaroka xwe germ bike cilên xwe şewitandin, her wiha hin malbat jî hene tenê di salê de topek gazê bi dest dikeve.

Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Kantona Dêrazorê bi rêya saziyên xwe yên xizmetguzariyê torên ava vexwarinê li gundewarên rojhilatê kantonê guhartin. Rêveberiyê ji 4 taxên bajarokê Hecînê ve dest pê kir.

Hemwextî ku cîhan berê xwe dide bikaranîna xwarinên çêkirî, Firyal ji zêdetirî 20 salan ve di zeviyan de dixebite da ku sebzeyan ji mala xwe re peyda bike û debara jiyana xwe û ya malbata xwe bike.

Lêkolînerek ji bo bidawîkirina şerê li Sûdanê got, rêya yekemîn a aştiyê ew e ku serkêşên şer werin dûrxistin û artêşeke nîştimanî were avakirin ku tevahî aliyên sûdanî di nav xwe de bigire.

Xelkê Minbicê sersaxiyê dide malbata şehîd Hêlan El Ferîc El Selame yê şervanê Hêzên Cebhet El Ekrad, saet 10:30ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Jinan a Sûriyeyê li ser Hevpeymana Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li navenda xwe ya Qamişloyê semînerekê dide, saet 10:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Malbatên Şehîdan a Efrîn û Şehbayê di çarçoveya piştgiriya pêngava cîhanê ya ˊJi Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasîˊ de li hola Mîtan a navçeya Ehdasê civînekê li dar dixe, saet 10:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA