Hikumeta Îsraîlê ji bo guftugokirina agirbesta bi Hemasê re civiya

Li gorî Sky Newsˊê, îro hikumeta Îsraîlê bi civînekê guftugo li ser hûrgirliyên pêşniyara agirbestekê ji bo şerê li Xezayê kiriye. Di civînê de Binyamîn Netanyahu got: “Hamas daxwaza pevguhertina rehîneyan li gor agirbesta berê dike ku divê di berdêla rehîneyekî Îsraîlî de 3 girtiyên Filistînî berdin.”

Hikumeta Îsraîlê ji bo guftugokirina agirbesta bi Hemasê re civiya
4 sibat 2024   21:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Şerê Hemas û Îsraîlê ji 7’ê Cotmeha sala borî ve bi dijwarî berdewam dike. Li gorî Sky Newsˊê ragihandî hikumeta Îsraîlê îro li ser guftugokirina hûrgiliyên pêşniyara agirbestekê ji bo şerê li Xezayê civînek li dar xist.

Her wiha hate diyarkirin ku di civînê de serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu ragihand ku Hemas daxwaza pevguhertina rehîneyan li gorî agirbesta berê dike ku divê di berdêla rehîneyekî Îsraîlî de 3 girtiyên Filistînî werin berdan.

Di civînê de wezîrên kabîneya Netanyahu daxwaz kirine ku nameya dan û standinên li ser peymana pevguhertina rehîneyan ji wan re bê şandin da ku nîqaş bikin.

Hêjayî gotinêye ku li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê ji 7’ê Cotmeha 2023’yan heya niha, li Xezeyê 27 hezar û 365 kes di êrişên Îsraîlê de jiyana xwe ji dest daye. Li aliyê Lubnan jî şer û bombebaran didomin. Hizbûllah’ê eşkere kir ku şervanekî xwe yê din jî winda kirine, lê cih û dem diyar nekir. Li gel vê mirinê li Lubnan û Sûriyeyê hejmara windahiyên Hizbûllahˊê bû 178 ku ji vê hejmarê 162 windahî li Lubnanê da.