Xelkê Til Birakê sersaxî da malbata şehîd Ebduselam El Ehmed

Xelkê Til Birakê sersaxî da malbata endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Ebduselam Fewaz El Ehmed.

Xelkê Til Birakê sersaxî da malbata şehîd Ebduselam El Ehmed
Xelkê Til Birakê sersaxî da malbata şehîd Ebduselam El Ehmed
Xelkê Til Birakê sersaxî da malbata şehîd Ebduselam El Ehmed
Xelkê Til Birakê sersaxî da malbata şehîd Ebduselam El Ehmed
Xelkê Til Birakê sersaxî da malbata şehîd Ebduselam El Ehmed
Xelkê Til Birakê sersaxî da malbata şehîd Ebduselam El Ehmed
4 sibat, 2024   22:33
HESEKÊ

Bi dehan xelkê navçeya Til Birakê, endamên saziyên sivîl û leşkerî sersaxî da malbata şehîd Ebduselam El Ehmed ê ku di êrişa dewleta Tirk a dagirker li Qamişloyê de şehîd bûbû.

Konê sersaxiyê li gundê Xirbet El Şêx ê navçeya Til Birakê ku gundê şehîd e hate lidarxistin.

Di merasîmê de hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Birakê Letîf Selîm axivî û got: "Şehadet pileya herî bilind a baweriyê ye, şehîd di oxira welat û neteweya xwe de canê xwe da."

Selîm wiha domand: "Bikaranîna bomeyên qedexekirî, gazên kîmyewî, bombeyên nukleerî û hemû êrişên wê li dijî xaka me vîn û îsrara gelan naşikînin û dê li hember êrişan bi hemû hêza xwe li ber xwe bidin."

Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Til Birakê Ebdullah El Setam sersaxî da malbata şehîd û got: "Balafirên bêmirov ên dewleta Tirk nuqteyên Hêzên Ewlekariya Hundirîn bombebaran dikin, bi wê re hevrêyên me şehîd dibin. Armanca dewleta Tirk ji êrişa dawîn xebata hevbeş a li dijî hêzên tarî û pêkanîna ewlehî û îstîqrarê werin astengkirin. Ev jî nîşaneya girêdana Erdogan, Tirkiye bi hêzên terorîst re ye."

Endama Meclisa Navçeya Til Birakê Xewle El Nasir axivî û got: "Li vê xaka pîroz bêhna şehîdan difore."

Xewle êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin û got ew êrişa vîna gel naşikînin.

Li dawiyê wesîqeya şehîd hat xwendin û radestî malbatê hat kirin.

(fr)

ANHA