Balafirên Urdunê nuqteyên li Siwêdayê bombebaran kirin

Balafirên şer ên Urdunê cihên nû li herêmên cuda yên Siwêdayê bombebaran kirin.

Balafirên Urdunê nuqteyên li Siwêdayê bombebaran kirin
3 gulan, 2026   23:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî raporên çapemeniya xwecihî, balafirên şer ên Urdunê, piştî derbeyên li depoyên hişbirê, cihên nû li deverên cuda yên Parêzgeha Siwêdayê bombebaran kirin.

Di heman raporan de hat diyarkirin ku balafirên şer deverên başûr, başûrê rojhilatê Siwêdayê bombebaran kirine.

Şeva berê jî balafirên şer ên Urdunê herêmên Şeab, El Hoya, Um Ruman, Milih, Xariya, Emtan, Bosan û derdora Zêbîn ên Siwêdayê bombebaran kiribûn. Di nava şêniyan de metirsî çêbû û agahî hatibûn parvekirin ku ji ber parçeyên êrişan birîndarî çêbûne.

(fr)