Ji 11'ê Nîsanê ve pevguhertina dîgirtiyan û vegera koçberan sekinîne

Ji 11'ê Nîsanê ve pêvajoya pevguhertina dîlgirtiyan û vegera koçberên Efrînê li warê xwe sekinine. Sedema vê yekê ew jî ew e ku hikumeta demkî van her du dosyayan bi dosyayên îdarî û siyasî û dadperwerdeyê ve girê dide.

Ji 11'ê Nîsanê ve pevguhertina dîgirtiyan û vegera koçberan sekinîne
3 gulan, 2026   09:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji 11'ê Nîsanê ve pêvajoya pevguhertina dîlgirtiyan di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û hikumeta demkî ya Sûriyeyê de sekinîne. Der barê sedemên vê yekê de tu daxuyaniyên fermî nehatin dayîn.

Biryar bû ku hefteya derbasbûyî komeke din a dîlgirtiyan hatibe berdan, lê ev yek pêk nehat.

Li gorî agahiyên ku çavkaniyan dana ajansa me (ANHA), hîna 500-600 dîlgirtiyên QSD'ê di girtîgehên hikumetê de ne.

Çavkaniyan bi bîr xistin ku ku hikumeta demkî gelek caran dema pevguhertina dîlgirtiyan paşxistiye û dosyaya dîlgirtiyan bi dosyayên îdarî û siyasî, dosyaya dadgeha Qamişloyê û hin dosyayên têkildarî entegrasyonê ve girê dide.

Di heman demê de vegera koçberên Efrînê li herêmên wan jî hatiye sekinandin. Çavkaniyên agahdar diyar kir ku komîteya şopandina peymanê ya ji aliyê hikumetê ve hatiye avakirin, dosyaya vegera koçberên Efrînê bi dosyayên din ên îdarî û siyasî ve girê didin.

Di çarçoveya bicihanîna bendên peymana 29'ê Çileyê de de, 10'ê Adarê 100 dîlgirtiyên QSD'ê li beramberî 100 dîlgirtiyên hêzên hikumeta demkî hatin berdan. Di 19'ê Adarê de jî koma duyemîn a dîlgirtiyan bi hev hatin veguhestin. Di vê çarçoveyê de 300 dîlgirtiyên QSD û 300 dîlgirtiyên hikumeta demkî hatin berdan.  11'ê Nîsanê jî hikumeta demkî 400 dîl û QSD'ê 90 dîlgirtî berdan.

Cîgirê Wezîrê Parastinê yê herêma Rojhilat Sîpan Hemo di hevpeyvîna xwe ya duh a ligel ajansa me de diyar kir ku dosyayên dîlgirtî û koçberan girêdayî Komîteya Entegrasyonê û Wezareta Hundirîn. Sîpan Hemo girêdana dosyaya koçber û dîlgirtiyan bi dosyayên siyasî û îdarî red kir.

QSD'ê jî ragihand ku dosyayên dîlgirtiyan û vegera koçberan armancên pêşîn ên peymanê ne.

Li herêma Cizîrê û Kobanê malbatên dîlgirtiyan bi banga serbestberdana zarokên xwe rojane çalakiyan li dar dixin.

(bb)