Li Reqayê dizîn zêde bûye

SOHRˊê daxuyand ku li bajarê Reqayê diyardeya dizînê zêde bûye, erebe û kalboyên kehrebê hatin dizîn.

Li Reqayê dizîn zêde bûye
30 nîsan, 2026   23:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) diyar kir ku li bajarê Reqayê bi awayekî balkêş dizîn zêde bûye, erebe û kabloyên kehrebê hatin dizîn.

SOHRˊê da zanîn ku di berbanga îro (pencşem) de, kesên nenas li pêş malekê li nêzî mizgefta El Nûr a li rojavayê bajêr erebeyek dizîn.

Di bûyerek din de jî 2 kesên di vîdyoyek qeydkirî ku hat parvekirin de, li taxa Idixar a başûrê bajêr kabloyên kehrebê yên zêdetirî 6 malan û hejmarek dikanan dizîne.

Danê nîvro jî, erebeyek ji cureya "VAN" a Hemûd Nûr El Mûsa El Hemod ê ji gundê Tawî Ruman ê rojhilatê Reqayê ye hat dizîn. Xwediyê wê erebe li nêzî misgefta Mezin "El Himêdî" sekinandibû.

Gel ji ber rewşa ewlehiyê ya xirab, nebûna çavdêriya ewlehiyê ya bi bandor û zêdebûna vê diyardeyê, bi tirs û fikar in.

(fr)