ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN 05-10-2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN 05-10-2025
5 cotmeh, 2025   02:00

Serokê Tevgera Rêya Guhertina Aştiyane Mihemed Şaban diyar kir ku ji bo avakirina dewleteke li ser bingeha hemwelatîbûnê, diyaloga neteweyî pêdivîyek e. Şaban got serkeftina diyaloga neteweyî bi hevkariya hemû pêkhateyên Sûriyeyê dibe.

Şêniyên bajarê Dêrik û Çil Axa teqez kirin ku Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) hêzeke neteweyî ye ku hemû pêkhateyên Sûriyeyê dihewîne û mertalek e ku gelê herêmê diparêze. Şêniyan soza piştgiriya QSD’ê heta ku Sûriyeyek nenavendî û demokratîk pêk were ku maf û azadiya hemû gelê xwe garantî bike, ji nû ve dan. BI WÊNE Û DÎMEN

Cîgirê berdevkê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Sayil El Zobaa diyar kir ku DAIŞ dixwaze xwe ji nû ve birêxistin bike û destnîşan kir ku çeteyan zêdetirî 160 êriş li ser hêzên leşkerî û sivîlan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirine. BI WÊNE Û DÎMEN

Karsazên li Herêma Pîşesaziyê yê Adrayêya ya Şamê daxwaza avakirina rêveberiyeke nû kir nûneriya wan bike. Her wiha banga parastina kargehên herêmî kir û hişyarî da ku berdewamiya rewşa heyî siberoja hilberînê li Sûriyeyê dixe xetereyê.BI WÊNE Û DÎMEN

Di deh salên borî de li Qamişloyê tevgera avahîsaziyê zêde bûye. Ev berfirehbûna bajêr barê binesaziyê giran kiriye. Avahiyên nêzî hev û nebûna qadên vekirî jî dibe sedema kêmbûna qadên hêşîn.  BI WÊNE Û DÎMEN

Sekreterê giştî yê Partiya Çep a Kurd a Sûriyeyê Mihemed Mûsa diyar kir ku ew piştgiriyê didin avakirina Sûriyeyeke yekgirtî ya nenavendî ku mafên hemû pêkhateyan garantî dike.  Mihemed Mûsa destnîşan kir ku hikumeta veguhêz projeyên îdeolojîk ku rasterast ji aliyê Tirkiyeyê ve têne piştgirîkirin, bi pêş dixe û armanc dikin ku îradeya Kurdan û pêkhateyên din ên Sûriyeyê têk bibin.BI WÊNE Û DÎMEN

Pêngava berhevkirina îmzeyan di salvegera 6’emîn ya dagirkirina bajarê Serê Kaniyê bi silogana ‘’6 sal ji koçberkirina bi zorî û vegera ewlehî mafekî rewa ye’’ li kampa Serê Kaniyê û Waşûkanî yê li bajarê Hesekê berdewam dike (10:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Kombenda Civakî ya Efrînê li ser rewşa Efrîn û taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê, li ber avahiya UNHCR li Qamişlo daxuyaniyekê wê bide (10:30).BI WÊNE Û DÎMEN 

Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezepotamya (TEV-ÇAND) têkildarî konsera ku Hunergeha Welat a girêdayî wê, li Silêmaniyê li dar xistibû daxuyaniyekê dide, saet 11:00`an li pêşiya Navenda TEV-ÇAND a li bajarê Qamişlo. 

Rêveberiya dibistanan li Şedadê ya kantona Cizîrê, bi boneya Roja Cîhanî ya Mamosteyan, li Goristana Şehîdan a li bajêr wê daxuyaniyekê bide (11:00). BI WÊNE Û DÎMEN 

Navenda Lêkolînên Jineolojiyê şehîd Nagîhan Akarsal li Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido ya li Kobanê, saet (11:00) û li Qamişlo bi hevkariya Zanîngeha Rojava, li Baxçeyê Xwendinê, saet (10:00) bi bîr tîne. BI WÊNE Û DÎMEN 

Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li bajarê Dêrikê saet (10:00) li Navenda Ciwanên Şoreşger ên Sûriyeyê, saet (16:00) li bajarê Qamoişlo li navenda xwe, saet (17:00) li taxên Qidûr Beg û Hilêliyê û saet (17:00) li Girkê Legê li Navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran rêzecivînan li ser komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan li dar dixe. BI WÊNE Û DÎMEN

Rêveberiya Dibistanan û Yekitiya Mamosteyan a bajarê Amûdê bi boneya Roja Mamosteyan a Cîhanê mûm li ser gorên şehîdan ên Pakrewangeha Şehîd Îsmaîl Hogir vê dixin (18:00). BI WÊNE Û DÎMEN